Diyarname
Koma rockê Rolling Stones ku ji aliyê komek muzîkarên ji londonî ve hatibû avakirin, 50'emîn salvegera avakirina xwe pîroz kir.
Endamên Rolling Stones roja 12'yê mehê li Londonê beşdarî pêşangeha wêneyan a ku li ser wan li Somerset House vebûye bûn û li vê derê provaya muzîkê jî kirin.
Endamên komê Mick Jagger, Keith Richards, Ron Wood û Charlie Watts 50 sal berê yekemîn car hatin ba hev û hê jî di vî warî de xurt in ku ev yek her kesî şaşwaz dike.
Ji endaman Keith Richards dibêje ku xemgîniya wan a herî mezin ew ku di sala 1969'an de mirina gîtarîstê wan Brian Jones e û digel vê yekê jî hemû kariyera wan "macerayeke mezin" e.
Richards got ku ji bo konserên nû wan prova kiriye lê hê dîroka ku dê konseran bidin diyar nekirine.


