Diyarname
Lîstikvanê tîma neteweyî ya Tirkiyeyê Merih Demiral duh êvarê piştî gol avêtibû Avusturyayê bi tiliyên xwe sembola nijadperestan, sembola gur çêkiribû. Li ser vê yekê UEFA'yê lêpirsîna disîplînê da dest pê kirin.
UEFA'yê got, "Ji ber kirinên ne guncan ên Merih Demîral ên têne îdîakirin li gor xala 31(4) ya Rêziknameya Dîsîplînê ya UEFA'yê lêpirsîn hatiye dest pê kirin. Li ser mijarê rojên pêş de dê agahiyên berfireh bêne belavkirin."
***
Nûçeya Eleqedar:
- Tirkiyeyê kêfa Avusturyayê di gewriya wê de hişt
**
Hemû notên li ser EURO 2024'an di vê lînkê de ne:
- EURO 2024
- Don Kîxotî jî nikaribû ew qas êrîşan bike!
- Fîkstur, komên tûrnûvayê û pûanên wan (ev her roj tê nûkirin)


