Diyarname
Lîstikvarê tirk Merih Demiral di Euro 2024'an de piştî gol avêtibû tîma Avusturyayê nîşaneya bozkurta nijadperestan nîşan dabû. Li ser vê yekê UEFA'yê lêpirsîn dabû dest pê kirin.
UEFA'yê îro encam eşkere kir û 2 maç cezayê lîstinê lê birî.
UEFA'yê wisa got, "Lîstikvanê Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê Meril Demiral li gior rêzgezên giştî tevnegeriyaye, rêgezên bingehîn ên nezaketê binpê kiriye, çalakiya sporê ji bo çalakiyên ku ne aîdê sporê ne bikar aniye û zirar daye îtîbara spora fûtbolê bi giştî du (2) maç ji maçên tîma nateweyî yên di maçên UEFA'yê de hatiye dûrxistin."
Bi vî awayî di maça sibê ya ku Tirkiye ligel Hollandayê bilîze û di maçek din a UEFA'yê de ewê nikaribe bilîze
CEZA LI BELLINGHAM JÎ BIRÎN
Li aliyê din UEFA'yê ceza li lîstikvanê îngiliz Jude Bellingham birî. Bellingham di Dora 16'an a maça ligel Slovakya de piştî gol avêtibû destê xwe birinû ber organê xwe yê cinsî. UEFA'yê ji ber vê yekê maçek cezayê nelîstinê lê birî, lê maç ji bo salek bi paş ve avêt. Û ligel vê 30 hezar Euro cezayê pereyan lê birîn.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Ji ber sembola nijadperest UEFA'yê lîpirsîn da dest pê kirin
**
Hemû notên li ser EURO 2024'an di vê lînkê de ne:
- EURO 2024
- Don Kîxotî jî nikaribû ew qas êrîşan bike!
- Fîkstur, komên tûrnûvayê û pûanên wan (ev her roj tê nûkirin)


