BEDLÎS
Li navçeya Tetwana Bedlîsê MEDYA-DER (Komeleya Ziman û Wêjeyê) ya ku dê xebatên li ser ziman bi rê ve bibe, hat damezrandin.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li navçeya Tetewanê bi beşdariya gelek kesî merasima vekirina MEDYA-DER'ê lidar ket.
Ewê li ser pêşvebirin, hînkirina ziman xebatê bike. Rêvbeberên DEM Partiyê, Komeleya Lêkolînên Ziman Çand û Hunerê (ARSÎSA), Hevşaredarên Tetwanê Mumîn Erol û Belkiza Beştaş Epozdemîr, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî merasîma vekirina MEDYA-DER'ê bûn.
'EMÊ XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERKEVIN'
Endama Meclisa Giştî ya Bajêr a DEM Partiyê Bêrivan Canbey di merasîmê bal kişand zextên li ser zimanê kurdî. Hevseroka MEDYA-DER'ê Emîne Dîkmen Irgat jî destnîşan kir ku divê xwedî li zimanê kurdî bê derketin û got: "Ji bo ku zarokên me hînî zimanê xwe yê zikmakî bibin, werin em li komeleya me qeydên xwe çêkin."
'ZIMANÊ ME RÛMETA ME YE'
Ji rêveberên ARSÎSA'yê Cemîl Arman jî wiha got: "Zimanê kurdî zimanek qedîm û dewlemend e. Ji ber vî awayî tevî hemû zordestiyan jî zimanê me heta îro hatiye. Heke ziman tune bibe, civaka wî zimanî jî tune dibe. Ziman rûmeta mirovan e. Werin em xwedî li rûmeta xwe derkevin."
DERSA EWIL HAT DAYÎN
Dayikên Aştiyê qurdeleya komeleyê birîn. Koma Hemdem di vekirina komeleyê de stranan strî. Merasim bi dayîna dersa kurdî bi dawî bû.


