Diyarname
Îro Berdevkê Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partî Ozturk Turkdogan daxuyanî da çapemeniyê û got, "Nexweşê giran Abdulkadir Kuday her diçe lawaztir dibe, ketiye bin 40 kîloyî. Divê gavek zûtir bê berdan."
Li gor Turkdogan bi ser 600'î de girtiyên xweşiyên giran li girtîgehan hene.
Turkdoganî got ku di navbera mehên rêbendan û pûşpera îsal de 21 girtiyên nexweş li girtîgehan canê xwe ji dest dane.
Li aliyê din Turkdogan got ku li dor 4 hezar girtiyên cezaya giran a muebetê li wan hatiye birîn hene ku piraniya van nexweşên giran in.


