Diyarname
Li Tirkiyeyê 9'ê mehê dibistan dest pê dikin. Helbet dibistan bi tirkî ne. Îro du saziyan li ser vê yekê daxuyanî da. Li Ameê Platforma Zimanê Kurdî, li Wanê jî Egîtîm-Senê daxuyanî belav kir.
'WÊ ZAROKÊN ME RASTÎ ASÎMÎLASYONÊ BÊN'
Li Amedê Platforma Zimanê Kurdî li Komeleya Rojnamegeran a Başûrêrojhilat daxuyanî da çapemeniyê. Berdevkê platformê Şerefxan Cizîrî daxuyanî xwend.
Cizîrî bibîr xist ku 9'ê mehê dê dibistan dest pê bikin, ev yek ji bo zarokên kurdî xemgînî ye û got, "Wê zarokên me dîsa bi asîmîlasyoneke dijwar re rû bi rû bimînin. Ev jî zilm e, zor e, bûyereke ne mirovî ye; di tu ol û baweriyan de jî nayê qebûlkirin. Ev ne li gorî mafê zarokan e, ne jî li gor rastiya pedagojîk e."
Cizîrî got zêdeyî sed salan e zarokên kurdan mafê perwerdehiyê bi dest nexistine, Tirkiyê mifte li deriyê saziyên bi kurdî dersê didin daye, bi sedan komeleyên ziman û sazî hatine girtin."
Cizîrî got ku divê mafê perwerdehiya bi kurdî bê qebûlkirin, ji her alî ve Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî bê bi cih anîn û em daxwaz dikin zimanê kurdî bi awayekî fermî bê qebûlkirin. Cizîrîg got, "Heta zimanê kurdî bi bibe zimanê fermî û perwerdehiyê wê têkoşîna ziman a gelê kurd bidome." Wî, bang li mebûs, siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û gelê kurd kir û got:, "Bila her kes bi kurdî biaxive, binivîse, bifikire, bijî. Emê her bi serbilindî vê dubare bikin: Em kurd in, zimanê me kurdî ye, welatê me Kurdistan e."
'BILA KURDÎ BIBE ZIMANÊ PERWERDEHIYÊ'
Egîtîm-Sena Wanê jî ligel gelek kesî li ber AYdin Perihan AVM'yê hat ba hev û daxuyanî da çapemeniyê. Serokê Egîtîm-Sena Waenê Murat Atabey axivî û got, "Em bang li rayedaran dikin ku hemû astengiyên li pêşiya zimanê kurdî rakin. Bila kurdî ji dibistana seretayî heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê. Divê statuyeke kurdan hebe û ev yek bi zagon û Zangoha Bingehîn bê parastin."
Piştî daxuyanî diruşma “Zimanê me rûmeta me ye” û “Ziman, jiyan, azadî” bilind kirin û broşurên hatibûn amadekirin belav kirin.



