Diyarname
Narîn Guran a 8 salî roja 21'ê gelawêjê winda bûbû û duh cenazeyê wê hatibû dîtin. Îro cenaze li gundê wê hat definkirin. Bersûcê bi navê N.B. qala bûyerê, ligel apê wê çawa cenaze veşartine kir.
Bersûc N.B. îfade da cendirmeyan. Ji DW'yê Alican Ulug xwe gihand wê îfadeyê ku 6 rûpel e. Li gor N.B. apê Narîn Guranê Salim Guran tirmê Narînê bi betaniyeyê pêçayî de daye wî û gotiye, "bibê biavêje dereyê." N.B.'yê wisa gotiye, "Salim Guran Çiwalek ji min xwest. Ji min re got, baş bifikire, ezê 200 hezar TL pere bidim te. Min ew xist nava çiwalê û bir avêt dereyê. Kevirek medin danî ser. Paşê ez vegeriyam mal, min nimêj kir. Ez jî çûm ligel leşkeran li termê Narinê geriyam."
Li aliyê din N.B.'yê gotiye dema cendirme li coyê li Narînê digeriyan, apê wê Salim Guran jî ji bo xapandinê ligel wan bûn.
SEDEMA MIRINÊ NEHATIYE EŞKEREKIRIN
Edlî Tiba Amedê duh êvarê karê otopsiyê temam kir. Karê otopsiyê 12 saetan dom kir, lê Edlî Tibê sedema mirina Narîn Guranê eşkere nekir. Bi awayekî berfireh otopsî hatiye kirin, ji cesedê 91 mînam hatine girtin.
DEM PARTÎ ji Wezîrê Karên Derve pirsî
Mebûsê AKP'ê Galîp Ensarîoglu di kanaleke televîzyonê de gotiye, "Tiştê em dizanin û divê em nebêjin hene." Li ser vê yekê Berdevkên Koma DEM Partî Gulistan Kiliç Koçyigit û Sezai Temelli bi îmzeya hemû mebûsên DEM Partî pirsiyarnameyeke dan Wezîrê Karên Hunidr ê Tirkiyeyê Ali Yerlikaya û xwestin pirsên wan bibersivîne.
DEM Partî pirsên wekî, piştî dîtina cenazeyê çima ketina gundê Çûlî hat qedexekirin, çima nahêlin rojnameger bi kesî re biavin, çima encama otopsiyê eşkere nakin ji wezîr kirin.
Hin pirsên din ên pirsnameyê de jî bi vî rengî ne:
- Ligel ku hat gotin 'Bi hûrbînî lêgerîn tê kirin' jî çawa cenazeyê wê kîlometre û nîv li nêzî gund nehat dîtin, encax bi îxbarê hat dîtin?
- We serî li kesên li Qursa Quranê û îfadeyên hevalên Narînê dan yan na? Ger hewldaneke wisa heta niha nehatibe kirin, çima nehatiye kirin?
- Tê gotin ji serî de baş îfadeyên endamên malbatê nehatine girtin, lêpirsîn rast nehatiye meşandin, di vî warî de hûn çi dibêjin?
- Tiştên ku mebûsê AKP'ê dibêje 'Em dizanin lê tiştên divê em nebêjin hene' çi ne? Di vî warî de we serî li îfadeyên mebûsê AKP'ê jî dane yan na?
- Bi salan berê gotin 'Xwişka Narînê ji derenceyê ketiye û miriye'. Bêyî otopsî ew veşartin. Hûn difikirin ku li ser vê yekê bisekinin û ji nû ve dosyayê vekin?
**
Nûçeya Eleqedar:


