Diyarname
Arda Îlaldi karsazekî kurd û endamê klûba Fenerbahçe Sporê ye. Îlaldi ji bo Muharrem Înce gotibû, "Em li benda te ne tu werî Kurdistanê". Li ser vê yekê hinan gilî kiribû û ew şandibû Lijneya DîsîpLînê.
Lijneya Dîsîplînê ya Fenerbahçeyê li hev civiya û biryar da: "Ji ber vê yekê pêdivî bi dayîna cezayê dîsîplînê nîn e."
'SIPAS FENERBAHÇE'
Arda Îlaldi bi ser hesabê xwe yê X'ê de biryar belav kir û got, "Ji ber ku min jiyana xwe daye nirxên gelê kurd û min her ev aniye ziman, hin nijadperestan ji bo ez ji klûbê bêm îxrackirin serîlêdan kiribû. Lijneya Dîsîplînê ya Fenerbahçeya ku ez endamê kongreya wê me, bi YEK DENGÎ biryar daye ku pêdivî bi cezayê nîn e. Ji ber ku di serî Serokê KLûba me Alî Koç, Lijneya Rêveberiyê û Endamên Dîsîplînê adil tevgeriyane û hurmetdarên nirxên kurdan in ez sipasiya wan dikim."
Arda Îlaldi da diwayê de bi kurdî gotiye "Bijî Fenerbahçe."


