Hesekê
Li Hesekê 10'emîn kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li dar ket. Di roja diduyan de, yanê îro ji bo hevserokatî hilbijartin hebû. Li cihê Hevserokên heyî Salim Muslim û Asya Abdullah, Perwîn Yusîf û Xerîb Hiso ji bo Hevserokatiya PYD'ê hatin hilbijartin.
Di kongreyê de 700 delegeyên PYD'ê amade bûn û wan deng dan.
Di kongreyê de hin xalên rêziknameyên PYD'ê hatin guhartin. Di rewşa Meclisa Giştî ya PYD'ê de jî guhartin çêbûn; bi biryarê endamên meclisê ji 145 kesî daxistin 90 kesî. Sibê (23'yê mehê) jî dê endamên Meclisê bêne hilbijartin û kongre temam bibe.


