Diyarname
Festîvala Fîlman a Payîzê “Fîlmekîmî” bi merasimek dest pê kir. Êvara 3’yê mehê li Salona Konserê a Cemal Reşit Rey merasima destpêkirina Fîlmekîmî hebû.
Fîlmê derhêner Todd Phillips “Joker: Folie A Deux” wekî fîlmê destpêkirina festîvalê hat nîşandayîn. Berî nîşandayîna fîlm Dîrektorê Festîvala Fîlman a Stenbolê Kerem Ayan li ser bernameyê agahî da temaşvanan. Festîval heta 13’yê mehê li Stenbolê dê bidome û dûre here Amed, Enqere û Îzmîrê.
FÎLMÊN XELATGIR HENE
Fîlmê Sean Baker “Anora” ku îsal li Festîvala Fîlman a Cannesê Xelata Palmiyeya Zêrîn girtibû li festîvalê ye. Derhênerê xwedî Xelata Mezin a Cannesê Payal Kapadia bi fîlmê xwe “All We Imagine as Light”, dîsa Miguel Gomes ku Xelata Derhênerê Herî Serketî girtibû bi fîlmê xwe “Buyuk Yolculuk (Grand Tour) li festîvalê ye. Dîsa derhêner Ali Abbasi bi fîlmê xwe yê nû “The Apprentice” (Çîroka Trumpî) li Stenbolê derdikeve pêşberî temaşevanan.
Ji bilî van jî hin fîlmên din jî ji Cannesê dîsa li festîvalê ne. Mohammad Rasoulof bi fîlmê xwe “The Seed of the Sacred Fig” li Cannesê Xelata Taybet, li Sansebastianê jî Xelata Temaşevanan girtibû.
Brady Corbet bi “The Brutalist”ê li Venedîkê Xelata Derhênerê Serketî Şêrê Zîvîn girtibû.
Gümüş Aslan En İyi Yönetmen Ödülü’nü getiren, "modern sinemayı aşan bir film" olarak övülen, yıldız oyuncularıyla, kurgu ve görüntüleriyle öne çıkan The Brutalist, dîsa fîlmê Vincent London bi “The Quiet Son” xelata Lîstikvanê Herî Serketi girtibû. Ji bilî van jî ji festîvalên Berlîn û Saraybosna fîlmên xelatgirt li fesTîvalê ne
LI 4 BAJARAN LI DAR DIKEVE
Fîlmekîmî îsal di navbera 4-13’yan de li Stenbolê, di navbera 10-13’yan de li Amedê, di navbera 17-20’ê mehê de li Enqereyê û di navbero rojên 24-27’ê mehê de jî li Îzmîrê li dar dikeve.
***
Nûçeya Eleqedar:
- ‘Fîlmekîmî’ îsal diçe 4 bajaran


