Diyarname
Li bajarên wekî Amed, Batman, Mêrdîn, Şirnex, Qers û Enqereyê ji bo serokatiya baroyan hilbijartin li dar ket û serokên baroyan hatin hilbijartin.
LI AMEDÊ GULEÇ HAT HILBIJARTIN
Lijneya Giştî ya Baroya Amedê duh dest pê kir û îro bi hilbijartinê bi dawî bû. Parêzer Abdulkadin Guleç ji bo Serokatiya Baroya Amedê hat hilbijartin.
Di hilbijartinê de ligel Guleç, Bariş Yavuz û Cengiz Baysal berendam bûn. Di civînê de 2 hezar û 556 parêzerî deng da. Ji nav her sê berendaman Guleç hat hilbijartin.
ABDULKADÎR GULEÇ KÎ YE?
Parêzer Abdulkadîr Guleç di sala 1971'ê de li Erxeniya Amedê hatiye dinê.
Wî di sala 1997'an xwendina xwe ya li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê temam kiriye û 98'an de li Amedê dest bi parêzerî kiriye.
Di navbera 2006-2008'an de di Lijneya Rêvberî ya Baroya Akedê de, 2012-14'an de endamtiya Lijneya Raçavkirinê ya Baroyê kiriye û di navbera 2018-2021'ê bûye delegeyê TTB'ê.
SEROKÊN BAROYÊN DIN
Li aliyê din Serokên Baroyên Mêrdîn, Batman, Qers, Şirnex û Enqereyê hatin hilbijartin.
Ji bo Serokatiya Baroya Batmanê Abdulhamit Çakan hat hilbijartin.
Ji bo Serokatiya Baroya Mêrdinê Ahmet Duyan hat hilbijartin.
Ji bo Serokatiya Baroya Qersê Necat Yagci hat hilbijartin.
Ji bo Serokatiya Baroya Şirnexê Abdullah Findik hat hilbibjartin.
Ji bo Baroya Enqereyê jî Berendamê Koma Parêzerên Demokrat a 100'emîn Salê Bulent Yuceturk hat hilbijartin.


