Qamişlo
Di Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol ku 15’ê kewçêrê hat vekirin de, pirtûkên kevin jî balê dikşînin. Di nava 143 hezar pirtûkan de, derdora 100 pirtûkên kevin ên mijarên wan cuda hene.
Pirtûkxaneya bi navê Manîsa ku di sala 2016’an de li Dêrikê hatiye vekirin, pirtûk û kovarên kevin ên bi zimanê kurdî (zaravayê kurmancî û soranî), erebî, îngilîzî û fransî, ermenî û suryanî ku li ser dîrok, ol, wêje, felsefe û hwd. hatine nivîsandin, di standa xwe de bicîh kirine.
Pirtûka herî kevin a bi navê “Şîroveya Dîwana Mearî” ku di sala 1859’an de ji aliyê nivîskar, helbestvan û fîlozofek mezin Ebû l-‘Ela el-Me’errî yê ereb hatine nivîsandin e.
Kovar û Pirtûkên Kurdî yên Kevnar
Di standê de pirtûkên kevin ên kurdî yên ji aliyê nivîskar Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl, Wezîrê Eşo, Kurdistan Mikûryanî, Celadet Bedîrxan, Qedrî Cemîl Paşa û Hisên Hiznî Murkanî ve hatine nivîsandin jî tên pêşandan.
Hin pirtûkên ku ji aliyê nivîskarên fransî û îngilizî ve li ser dîroka kurdan hatine nivîsandin jî cîh digrin.
Xwediyê pirtûkxaneya Manîsa Azad Şêrzad Dawud têkildarî mijarê ji bo ajansa ANHA’yê got, "Me pirtûkên kevin ji Şam, Heleb, Îran, Hewlêr û Bexdayê kom kirin û em dixwazin bi pêşandana van pirtûkan civakê zêdetir li ser rewşa herêmê agahdar bikin."
Pêşangeha Pirtûkan a Şehîr Herekol li Hola Zana ya li Qamişloyê hate vekirin û heta 22'yê mehê didome.
ANHA

***
Nûçeyên Eleqedar:
- Pêşangeha Pirtûkan a Herekolê dest pê kir
- Amadekariyên Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol temam bûn


