Diyarname
Li Îzmîrê bi navê Festîvala Fîlm û Muzîkê ya Navneteweyî îsal 4'emîn car festîvaleke li dar dikeve. Festîval 30'ê vê mehê dê dest pê bike û 3'yê sermawezê bi dawî bibe. Fîlmên li festîvalê bê pere têne nîşandayîn.
Festîval ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê û Kulturlerarasi Sanat Derneği ve tê organîzekirin, lê îsal di heman demê de di çarçoveya "Îzmîr Kultur Yolu Festivalî" ya Wezareta Çanda ya Tirkiyeyê de jî cihê xwe bigire û lidar bikeve.. Di festîvalê de ligel nîşandayîna fîlman dê gotûbêj jî hebin. Fîlmên metrajdirêj û belgefîlmên di salên 2023-2024'an de hatine kişandin dê bikevin pêşbaziyê û bêne xelatkirin.
Fîlm û çalakî li İstinyePark Renk Sinemalari, Institut français Izmir, Ahmed Adnan Saygun Sanat Merkezi, İzmir Sanat, İzmir Kultur Sanat Fabrikasi têne pêşkêş kirin.
Ji bo bernameyê lînk:
- FESTÎVALA FÎLM MUZÎKÊ


