Diyarname
Festîvala Fîlman a MUBI gere îro bi merasima destpêkirinê deriyên xwe vekira. Wekî fîlmê destpêkê fîlmê derhêner Luca Guadagnino ê bi navê "Queer" divê bihata nîşandayîn lê Qeymeqamiya Kadikoyê fîlmm qedexe kir. Li hemberî vê qedeşeye amadekarê festivalê MUBI betevek mezin nîşan da û bi temamî festîval betal kir.
MUBI li ser "MUBI Fest İstanbul 2024" ji ser hesabê xwe yê tora civakî re peyamek belav kir û got, "Di biryarê de tê gotin ku 'di fîlm de naveroka provakatîf heye ku ev yek aştiya civakî dixe nava xetereyê, ji ber ewlehiyê hatiye qedexekirin.' Baweriya me ew e ku ev qedexe destwerdaneke ku sînoran dide ber azadiya ramanê û hunerê. Festîvl ew qar in ku pircureyiya huner û çandê pîroz dikin, mirovan tînin ba hev û li wir nefes digirin. Ev qedexe, ne tenê fîlmekî, hemû festîvalê ji armanca wê dûr dixe. Ji ber vê yekê em wekî MUBI dixwazin li gor daxwaza temaşevanên xwe tevbigerin û em bi xemgînî radigihînin ku me MUBI FEST Îstabul bi temamî betal kiriye."
MUBI sipasiya hemû hunermend, temaşevan û piştgirên xwe kiriye û gotiye, "Ji bo parastina azadiya ramanê û xweîfadekirina bi hunerî, emê helwesta xwe ya di vî warî de bidomînin."
Li aliyê din MUBI diyar kiriye ku ji bo îadekirina pereyên bilêtan ewê paşê agahiyê belav bikin.
LI SER 'QUEER'Ê
Derhêner Luca Guadagnino ji romana William S. Burroughs ev fîlm saz kiriye. Fîlm li Festîvala Fîlman a Venedikê hat nîşandayîn.
Serlîstikvaniya fîlmî Daniel Craig dike. Craig rola leşkerekî serketî dilîze ku di rola xwe de evrîndarê leşkerekî baregehê yê tilyakkêş bûye. Bûyer di salên 1940'an de li Meksiko City derbas dibe.
Dîrektorê Festîvala Venedîkê Alberto Barbera bi gotinên "Ev performansa herî serketî ya Craig e" û bi gotina "Fîlmê Guadagnino ê herî serketî ev e" pesnê fîlmî dabû.


