Diyarname
Li ser binçavkirinên îro ku yek jê endamê rêveberiya YEWKURD'ê Bawer Berşev e, YEWKURD'ê daxuyaniya nivîskî belav kir.
Yekîtiya Weşangerên Kurd (YEWKURD) di daxuyaniya nivîskî de wisa got, "Ji xwendin û nivîsandin û pirtûkan netirsin. Ji ber ku pirtûk berê we didin ronahiyê, ji ber ku pirtûk berê we didin wekhevî û azadî û serxwebûnê...”
YEWKURD'ê binçavkirinên vê sibê bibîr xist û got; "Di nava girtiyan da endamê rêveberiya YewKurdê Bawer Berşev, nivîskar Hicri Îzgoren, nivîskar û rojnameger Roza Metîna, nivîskar û helbestkar Siyabend Demir, werger Omer Barasî, rojnameger Suzan Demir, Erdogan Alayumat, Tugçe Yilmaz, derhêner Ardîn Dîren û karikaturîst Dogan Guzel û gelek kedkar û xebatkarên çand û zimanê kurdî hene. Em wekî YewKurd vê biserdagirtin û binçavkirinê rast nabînin, şermezar dikin û ji bo ramana azad û xebatên rojnamegerî û weşangeriyê xeternak dibînin. Divê demlidest ji vê bê vegerandin û rojnameger û nivîskar bêne berdan."
***
Nûçeyên Eleqedar:


