Diyarname
Amedspor ev 6 hefte bûn qet bi ser neketibû, îro li mala xwe bi 3-2 li hemberî Manîsayê bi ser ket.
Teknîk dîrektor Servet Çetin 3 hefte berê hat ser kar. Di du hefteyên pêşî de bi wekheviyê temam kir û îro ligel Amedsporê yekem serketina xwe bi dest xist.
Golên Amedsporê Yilmaz Ceylan (dq 15), Brit Assombalonga (45+1) û Bruno Lourenço avêtin. Manisayê bi Kwasi Okyere Whiedt (54 û 63) bersiv da lê têrê nekir.
Bi vê serketinê Amed Sporê pûanên xwe derxistin 18'an.
Amedspor nava hefteyê roja 4'ê mehê dê li mala xwe ligel Adana 1954 maça Kûpaya Tirkiyeyê bilîze. Hefteya bê di lîgê de dê Şanliurfayê (9'ê mehê) bike mêvan.


