Diyarname
Serfermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û ji fermandarên YPJ'ê Rohilat Efrîn bi hev re derketin pêşberi çapemeniyê. Ebdî li ser rewşa dawî ya Rojava û temamê Sûriyeyê axivî.
Va ne hin gotinên Ebdî.
- Heta niha raste rast me bsi HTŞ'ê (Heyet Tehrir el-Şam) re me şer nekiriye, wan jî bi me re şer nekiriye. Emê li karê wan binêrin, ka xwedî sozên xwe ne yan ne xwedî sozên xwe ne.
- Me bi alîkariya Koalîsyonê beşeke mezin a gelê xwe yê li Şehba û Til Rifetê anî herêma ewle. Ji bo yên din jî em dixebitin.
REWŞA KURDÊN HELEBÊ
- Li taxên kurdî yên Helebê hejmareke mezin a gelê me heye, ji 250 hezar zêdetir gelê me li wir heye. Li wir di bin xetereyê de, di bin dorpêçê de ne. Li wir hêzên me yên herêmî hene. Heta vê demê jî ew di çeperê xwe de ne gelê me diparêzin. Em dixwazin pirsirêka taxên kurdî li Helebê bi diyalogê bêne çareserkirin; di çarçova ku gelê me li wir bimîne, bi nasnameya xwe li wir bimîne. Ji bo di Heleba nû de gelê me li wir bimîne, di vê çarçovê de hewldanên me hene ku em çareseriyeke jêre bibînin.
- Rewşeke nû ya siyasî û leşkerî derketiye holê. Em wekî HSD alîgirên çareseriya siyasî ne. Ji bo Sûriye parçe nebe, Sûriye wekî welatekî bimîne li ser bingeha çareseriya siyasî çi hebe emê vê bikin. Bi dewletê cîran, serî de Iraq, Urdun em bi giştî re di têkilî de ne. Emê hewl bidin li ser çareseriya siyasî yekîtiya Sûriyeyê were parastin. Çareseriyeke siyasî li Sûriyê pêş bikeve.
- Armanca me ew e ji bo herêma xwe em statuyeke bi dest bixin.
KAMPA HOLÊ
- Li ser Kampa Holê xeterek heye. Îro nêzî Kampa Holê çalakiyên DAIŞê heye, hinek hevalên me li wan deran şehîd ketin. DAIŞ'ê hêz girtiye, li hemberî vê xebatên me yên ligel Opozisyonên Navneteweyî gere xurti were meşandin.
- Tehdîdên dewleta Tirkiyeyê yên li hemberî herêma me didomin.
- Di serî de li Minbicê, li her derê li hemberî êrîşan me amadehiyên xwe kirine. Ger li hemberî herêma me êrîş çêbibin emê xwe biparêzin. Ji bo parastina gelê xwe, çi ji destê me bê emê bikin.
- Ligel DYA û Rusyayê em di nav diyalogê de ne. Ji bo parastina gelê xwe emê her tiştî bikin.


