Diyarname
Di maça derbiya tîmên kurdan de Amedsporê tîma Şanliurfa bi 2-1 têk bir û 3 puan girt.
Maç li Amedê bû. Amedsporê bi Nurullah Aslan, Ugur Adem Gezer, Veli Çetin, Murat Uçar, Omer Bayram, Serkan Odabaşoglu, Bruno Lourenço, Adama Traorê, Yilmaz Ceylan, Max Gradel, Britt Assombalonga; Şanliurfaspor jî bi Erzhan Tokotaev, Burak Can Çamoglu, Urie-Michel Mboula, Fatih Eren, Reagy Baah Ofosu, Olarenwaju Ayobami Kayode, Hasan Huseyin Acar, Mehmet Coşkun, Muhammed Gonulaçar, Miraç Acer û Amar Begiç dest bi maçê kir. Lîstikvanê Amedsporê bi pankarta "Mirov bi mafên xwe mirov e, Hefteya Mafên Mirovan Pîroz be" derketin sehayê.
Amedsporê di deqîqeya 12'yan de bi lingê Mehmet Murat Uçar golek mikemel bi dest xist û encam bû 1-0.
Di deqîqeya 44'an de Muhammed Gonulaçar encam anî 1-1'ê.
Di nîveka duyemîn de vê carê kaptanê Şanliurfayê bi şaşî lêda û gol avêt keleha xwe; Amedspor bi 2-1 derket pêş. Maç bi vî awayî bi dawî bû.
Bi vê yekê bû du hefte ser hev de Amedspor bi ser dikeve. Bi vê encamê Amedspor bi 21 pûanan derket rêza 13'yan.


