Diyarname
Îro komek endamên DEM Partî li Nisêbînê li ber eraziya vala ya Navenda Çanda Mîtannî hatibûn ba hev û dest bi nobetê kiribû, kom îro ji wir çû ser 'sînor'ê di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de.
Kom li ber sînor rûnişt û dest bi çalakiya nobetê kir. Mebûsê DEM Partî Ali Bozan ku ew jî beşdarî çalakiyê bûbû axivî û got, "Ligel sînoran jî kurdên li 4 parçeyan hemû yek in. Dilê kurdên her çar parçeyan îro ji bo Rojava lê dide."
Nobeta li ser sînor sibê jî li heman cihî dê bidome.
Ev fotoyên îro ji wir hatiye em wekî fotoyên rojên hildibijêrin û belav dikin.



