logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye
  2. Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 
  3. Li Amedê dem dema şanoyê ye
  4. Hozan Şiyar hat bibîranîn
  5. Di çarçoveya 'Şahiya Zarokan a Fîlman' de fîlm bi erzanî têne nîşandayîn
news-details

Ebdî bersiva rojnameya erebî Şerqul Ewsetê da: Tirkiyeyê bersiva me neda, talûkeya li Kobanî didome

  • Dîrok: 27/12/2024
  • Beş: Nûçe
Diyarname
Rojnameya Şarkul Avsat yek ji rojnameyên erebî ya bi nav û deng e. Rojname di sala 1978'an de dest biw eşanê kiriye, navenda wê li Londona Îngilistanê ye. Mîrektiya Siûdî piştgiriya rojnameyê dike û rojname li cihana ereban navdar e. Rojnameyê ligel Serfermandarê Giştî yê HSD'ê (Hêzên Sûriyeya Demokratîk) Mazlûm Ebdî hevpeyvînek kir û roja 27'ê mehê ev hevpeyvîn hat belavkirin. Me xalên girîng ên hevpeyvînê neqandin.
Li Sûriyeyê rejima Esad zû hilweşiya. Serfermandarê HSD'ê Ebdî li ser ketina rejîmê ya zû ev gotin: 
Agahî hebû ku komên sûrî yên çekdar dê operasyoneke leşkerî li dijî rejîma berê pêk bînin. Ev dihat pêşbînkirin. Tiştê nedihat pêşbînkirin ew bû ku Artêşa Sûriyeyê zû hilweşe û di ber xwe de nede. Her wiha ku hevalbendên (rejîmê) dev jê berdin tevî ku seranserî şoreşa Sûriyeyê piştgiriya wî kiribû. Tiştê bû, bû û çû. Lê wisa difikirin ku rojên bê dê agahî zêdetir derkevin û dê bê zanîn ka çi di kûlîsan de çêbûye.
Ebdî bersiva pirsa "Di 10 rojên operasyonê de hevagengî/kordinasyon bi HTŞ re hebû?" wisa da:
Berî operasyona Bergiriya Êrîşkariyê (Navê operasyona HTŞ'ê û komên pê re li dijî rejîmê), tu hevagengî tune bû. Lê di roja duyem a şerî de, hevagengiyeke meydanî di navbera me de çêbû da ku pevçûn bi hêzên me yên Helebê re çênebe. Her wiha ji bo ku awareyên kampa Tilrifeetê jî derxin ku komên bi ser Tirkiyeyê ve êrîşî wan dikir. Ev hevagengiya meydanî hîn jî berdewam dike.
'SÛRIYEYEKE PIRÇANDÎ-DEMOKRATÎK DIVÊ'
General diyar kir ku hîn jî gotûbêjên rasterast bi HTŞ'ê re nekirine û got, ew difikirin ku divê Sûriye dewleteke nenavendî, pluralîst (pirçandî) demokratîk be da ku nasnameya welatî ya bi destûrê û here mafê hemû pêkhateyan û yên kurdan jî werin parastin.
'EM AMADE NE BEŞDARÎ AVAKIRINA HIKUMETA NÛ BIBIN' 
Evdî got ku ew li perçekirina Sûriyeyê nagerin û amade ne ku beşdarî avakirina hikumeta nû bibin ya kundê dewletê bi rê ve bibe. Li Sûriyeyê gelek xwîn rijiya. Em îro bi lezgînî bang dikin ku diyalogeke giştî û rasterast çêbibe da ku aştî û ewlehî pêk werin û Sûriye bi pêş ve ber bi jinûveavakirinê ve here.
'ŞÊWAZA PERGALÊ DÊ BÊ NÎQAŞKIRIN'
Ebdî li ser pirsa "Sûriyeya kurd dixwazin, federal e yan konferdral e?" ev got:
Berî her tiştî ya girîng e ku Sûriye yekgirtî bimîne. Lê em wisa difikirin ku şêwaza pergalê dê gelekî were nîqaşkirin. Ew mesele vedigere viyana sûriyan û nîqaşên destûrî. 
"Heger nîqaş li ser herêmên birêveberiya xweser çêbibin, şertê HSD'ê çi ne?" Generalî li ser vê pirsê jî wisa axivî: 
'BILA OPERASYONÊN LEŞKERÎ  RAWESTIN'
Em naxwazin wan wekî şert bi nav bikin lê hinek tişt hene, rasî wan ferz dikin û divê mirov li ser wan bifikire. Tiştê pêşî ku hemû operasyonên leşkerî li ser xaka Sûriyeyê rawestin, nexasim ên komên bi ser Tirkiyeyê ve ku li dijî HSD'ê da ku em wekî sûrî bikarin siberoja welatê xwe nîqaş bikin bê ku destwerdan an jî wesayetek derveyî hebe. Herêmên birêveberiya xweser herêmên sûrî ne û divê dengê nûnerên wê were bihîstin, rola wan hebe û rev li siberoja Sûriyeyê bibin.
'ÇAVKANIYÊN SÛRIYEYÊ BI AWAYEKÎ ADIL LI WELATIYAN BELAV BIKIN'
Çavkaniyên welatî ji hemû sûriyan re ye. Em pabend in ku di siberojê de ew bi awayekî adil li hemû sûriyan werin belavkirin lê divê herêmên di dema Esedî de hatibûn piştguhkirin li ber çavan bên girtin.
'DIVÊ NÎQAŞ ÇÊBE KA ARTÊŞEKE SÛRIYEYÊ YA ÇAWA'
Li ser banga Colanî ku divê her alî çekên xwe deynin û helwesta HSD'ê di vê mijarê de, Ebdî ev got, divê Suriyeya siberojê xwedan yek artêşa neteweyî be ku wê û xelkê wê biparêze. Lihevnekirin di vê mijarê de tune. Çekên HSD'ê dê çekên vê artêşa neteweyî bin û HSD bi tecrube û hêzên xwe dê tê entegre be. Lê ji bo ev çêbibe, divê nîqaş bên kirin da ku em bizanin bê em ê çawa vî tiştî bikin.
'XETEREYA SER KOBANÎ HÊ JÎ CIDÎ YE'
Ebdî teqez kir ku hîn jî metirsî gelekî zêde ye ku komên bi ser Tirkiyeyê ve êrîşî Kobaniyê bikin û got, "Xetereke cidî heye. Em bi hevparên hevpeymaniyê bi serokatiya Amerîkayê re dixebitin ku li wir alozî bê kêmkirin. Me herêmeke bêçek pêşniyar kir ji bo ku em tirsên idîakirî ji aliyê Tirkiye ve werin çareserkirin. Lê Tirkiyeyê heta niha bersiva vê navbeynkariyê nedaye. Hîn jî Tirkiye hêzan kom dike. Bi rastî, êrîşa li ser Kobaniyê dê karesatek be û dê gefeke mezin li ser herêmê çêke û em vê naxwazin.
Ebdî diyar kir ku tenê gotûbêjên nerastrsat bi Tirkiyeyê re hene. Ew jî di rêya hevpeymaniyê re bi serokatiya Amerîkayê tên kirin. Lê em dixwazin gotûbêjên rasterast hebin da ku tirsên Tirkiyeyê bêbandor bikin. Lê tevî ku em amade ne jî Tirkiyeyê tu nîşan nedaye ku ew amade ye.
'XELKÊ VIR BIRYARA XWE DIDE'
Li ser meseleya têkiliya bi PKKê re jî, Ebdî got, me berê jî teqez kiribû ku tu têkiliyên me yên rêxistinî bi PKK'ê re tune ne. Hinek endamên wê di şerê DAIŞ'ê de tev li me bûn û wan li gel me mil bi mil şer kir. Lê kêlîka operasyonên leşkerî rawestin û mekanîzmeyeke derxistina wan bê peydakirin ew ê bên derxistin. Biryar li bakurê rojhilata Sûriyeyê her di destê xelkê wê de bû û her dê wisa bimîne. Pêdivî bi tirsê tune ye.
Ebdî li ser meseleya yekrêzî û hebûna eniyeke hevgirtî ya kurdî jî axivî û got:
'JI BO TEMSÎLİYETÊ EM DIKIN NÊRÎNA XWE BIKIN YEK'
Li herêmên birêveberiya xweser ne tenê kurd hene. Tê tercîhkirin ku nêrîneke hevbeş hebe di navbera hemû pêkhateyan de hebû, kurd jî di nav de ku niha em li ser dixebitin ku nêrîna xwe bikin yek da ku bi awayê pêwîst temsîla xwe bikin.
Pirsa gelo "HSD dê rê bidê ku pêşmergeyên sûrî vegerin?" Ebdî wisa bersivand:
Em behsa avakirina artêşeke niştimanî dikin ku çek ji koman bê stendin û bêm fesixkirin. Eger peşmergeyên Roj vegerin welatê xwe, ev asayî ye ku tev li avakirina welatê xwe bibin.
'MERC ÇÊBIN EMÊ SERDANA ŞAMÊ BIKIN'
Generalî bersiva pirsa "Mezlûm Ebdî plan dike ku serdana Şamê bike?" wisa da:
Helbet, Şam paytextê me ye. Em ê serdana wê bikin gava merc guncav bibin.
MESELEYA SÎNORAN
Herwiha General Ebdî diyar kir ku ji aliyê prensîpê ve, amade ne serperiştiya sînoran bidin desthilata Şamê:
Em pabendî misogerkirina ewlehiya cîranên xwe ne. Ji ber Sûriye dê nebe gef li ser ewlehî û istqrara wan re. Em amade ne bi hikumeta navendî re bixebitin da ku tu aliyê ne sûrî, nebe tehdîd ji Sûriye û cîranên wê re. Her wiha em amade ne ji aliyê prensîpê ve, berpirsyariyên kontrolkirina sînorî, li gorî şêwazeke lihevkirî, bi awayekî hêsan veguhezînin destê desthilata navendî.
 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 22 04 2026

Hozan Şiyar hat bibîranîn

news
  • 21 04 2026

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

news
  • 16 04 2026

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

news
  • 14 04 2026

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

news
  • 12 04 2026

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Deqe bi deqe bernamey Festîvaley Mûnzûrî

ad

Fîlmên Sergey Parajanov li benda we ne

ad

Komek gerîla zewicîn

ad

Çêkirina nijadan û minaqeşeyên ´bêguneh´

ad

Newroza Wanê bi gurahiyeke mezin dest pê kir

ad

Bilêtên Kombîne yên Amed Sporê li benda we ne

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

  • 21 04 2026
news

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

  • 21 04 2026
news

Li Amedê dem dema şanoyê ye

  • 22 04 2026
news

Hozan Şiyar hat bibîranîn

  • 22 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname