Amed
Kesên navname nediyar li ber avahiya Mêvanxaneya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ketin erebeya Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk a bi plakaya 06 DG 8358. Di diziya ku ji kamerayên avahiyê saniye saniye hat qeydikirin de, dizan pêşî camê erebeyê şikandin û dûre USB Flash Disk, telefona destan û berçivika Tugluk birin.
Midûriyeta Emniyeta Amedê li ser bûyerê lêpirsîn hate dest pê kirin.


