Diyarname
Wezarata Çand û Perwerdê ya Eyaleta Saarland a Almanyayê ji bo 6 dibistanan li mamosteyên kurdî digere.
Saarland a ku eyalata herî biçûk a Almanyayê ye, bi demsala perwerdê ya 2024/2025´an re zimanê kurdî jî kete nava dersên bijartî. Ev ders li gor daxwaza dê û bavan dikarin li hemû dibistanên seretayî, navîn û lîseyan werin dayin. Ji bilî kurdî, derfeta dersa zimanê zikmakî ya zimanên erebî, îtalî, polonî, rûsî, tirkî û ûkraînî jî heye. Di vê çarçoweyê de formên serîlêdana dersên bijartî yên zimanê zikmakî radestî dê û bavan hatibû kirin. Girêdayî serîlêdan û daxwaza dê û bavan wê li 6 dibistanên eyaleta Saarlandê dersên kurdî werin dayîn. Beşdariya zarokan a dersê wê bi dildarî be û cuda ji dersa asayî, hefteyê du saetan piştî danê nîvro ye.
Wezarata Çand û Perwerdê ya Eyaleta Saarlandê ji bo vê yekê pêvajoya serîlêdana mamosteyên kurdî ya kar a li van dibistanan da destpêkirin.
Kesên bixwazin mamostetiya zimanê kurdî bikin, dikarin heta roja înê, 10.01.2024ê serî li wezaretê bidin.
Girebestra kar wê bê dem û li gor tarîfa sendîkayan a ji bo karê mamostetiyê be. Her wiha dema kar jî wê hefteyê 27 saet bin.
Ji bo agadariyên zêdetir û serîlêdana kar:
https://interamt.de/koop/app/crypt.xiI8kmLB1GBweO6EiARxKA/xiI37


