Diyarname
Amedsporê vê carê ji Hollandayê lîstikvan Bobby Adekanye transfer kir.
Klûba Amedsporê bi ser hesabê xwe yê tora civakî re eşkere kir ku wan lîstikvanê tîma Go Ahead (di lîga Eredivisie ya Hollandayê de ye) Bobby Adekanye transfer kiriye. Adekanye aliyê rastê sehayê dilîze û heta niha di hin tîmên mezin de lîstiye.
Bobby Adekanye kî ye?
Bobby Adekanye bi eslê xwe nîjer e lê hemwelatiyê Hollandayê ye. Di sala 1999'an de hatiye dinê. Adekanye hê 12 salî bû di tîma jêrîn a Barselonayê de dest bi hînbûna fûtbolê kiriye. Paşê tîma jêrîn a PSV'ê de cih girtiye. Salek li nav U23'ya Lîverpolê de lîstiye.
Di dema profesyonelî de jî li Îtalyayê di tîmên Lazio û Crotone de lîstiye û di sala 2022'yan de çûye Go Aheadê.
Adekanye dema li Lazioyê bûye, Lazioyê Kûpaya Super a Îtalyayê girtiye. Ew di heman demê de lîstikvanê Tîma Neteweyî ya Hollanda U20 bû.
Lîstikvan Adekanye li aliyê rastê sehayê di asta forvetê de dilîze; lingê xwe yê çepê jî dikare bikar bîne. Heta niha li gelek tîman lîstiye lê salek, li cihek du sal nemaye. Di warê îstîkrarê de kêmasî dixuye. Li aliyê din Amedsporê ew ji tîma Go Ahead transfer kir ku Go Ahead di lîga super a Hollandayê de dilîze.


