logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
news-details

'Alfabeya Winda' çi nîşanî me dide?

  • Dîrok: 17/01/2025
  • Beş: Nûçeyên Çandî

___Cemil Oguz___

Niha emê li ser "Alfabeya Winda" bisekinin û pêşniyarê temaşekirinê bikin, lê pêşî ka em binêrin çi hene li hundir...

DERÎYÊN RENG BI RENG
Bifikirin salonek mezin li pêşberî we ye. Dema hûn dikevin salonê gelek derî hene li salonê. Pêşî Deriyê Şîn û helbet tabloyên şîn jî. Dibêje, "Yaşar Kemal ji rengê şîn (mawî) hez dikir, loma min di her pêşangeha xwe de cih daye 'şîn'ê. Di vê pêşangeha min de jî di serî de derî, gelek xebatên min ên şîn hene." Deriyên li pêşangehê balê dikişinin. Deriyên ku navên wekî "Jiyana li pişt deriyan", "Deriyê evînê" û hwd. lê kirine mirovan dikişinin nava dem, çîrok û zemanê.

PIRTÛKÊN QEDEXIKÎ
Bifikirin hûn li welatek dijîn, li vî welatî bi dehan salan e, sedsaleke her pirtûk têne qedexekirin, yan têne sansurkirin. Û di sedasala 21'ê de hê jî pirtûk têne qedexekirin. Hunermend jî di vê pêşangeha xwe de ji wan pirtûkan beşek kom kirine, ew dane ser hev, zinarek mezin bi ser wan de bi cih kiriye û bal kişandiye ser meseleyê; Pirtûkên bi kurdî jî hene têde, yên bi tirkî jî...

ÇÎROKA 'WINDA'YAN
Bifikirin li erdnîqariya hûn lê dijîn gelek kes serê sibê ji mala xwe hatine girtin û êdî ew winda bûne. Li dû wan pêlavên wan mane. Niha li pêşberî me bi sedan, bi hezaran pêlav hene. Lodemeke mezin. Loma pêlavên gelek kesên bi sedemên cur bi cur hatine windakiri, mirine, yan jî hatine kuştin… Wisa dibêje hunermend "Kuştinên kiryar nediyar, kesên di encama îhmalê de, karkerên madenê, yên li gundên xwe hatine bombekirin. Dîsa lastîkên parêzvanê mafê mirovan Hrant Dînk. Ev loda pêlavan van tîne ziman."

KEŞTIYA KOÇÊ
Bifikirin li nava rasteyê keştiyek hatiye bi cih kirin. Keştiyeke mezin li nava qadê hatiye sazkirin. Li ser baholên cur bi cur hatine danîn. Dema hûn diçin ber vê keştiyê û li baholan dinêrin dengê pisîkê tê. Ev çi deng e? Çima, çi eleqe? Eleqe ew e; ev keştî rewşa bi hezaran kesên koçber bûne, kesên hatine koçberkirin nîşan dide. Û dema ew hatine qewirandin ji cih û warên xwe, ji bilî baholek destûr nedane wan tiştek bigirin cem xwe. Hinan pisîkên xwe xistine bahola xwe ji bo bi dizî bibin. Ev deng jî wê hestiriya însanî ku her tiştî dihêle pisîka xwe jî bi xwe re dibe nîşan dide.

DARA TÎPAN
Bifikirin li ber dîwar darek heye, dara ku tîp lê bar kirine. Dema hûn hin gava dimeşin li nav pêşangehê ew dara tîpan xwe nîşanî we dide. Dara ku "Alfabeya Winda" nîşan dide, ew alfbeya ku navê xwe li pêşangehê jî kiriye. Ji tîpên A heta Z'yê, helbet tîpên W, Q û hwd... Wisa dibêje hunermend, "Îro mixabin li Meclisa Tirkiyeyê dema peyvek jî bi kurdî tê kirin wekî 'zimanê nayê zanîn' tê bi nav kirin. Ya herî sosrest cîgirê serokê meclisê ku ew bi xwe jî kurd e dema peyvek kurdî tê gotin dengê mîkrofonê digire. 'Alfabeya Winda' vê yekê jî tîne ziman."

KAVIL
Bifikirin li ber dîwar sembola kevileke mezin heye. Encama erdhejeke mezin, encaman îhmalê û di pêşangehê de ev yek hatine pêşkêşkirin. Wisa dibêje hunermend, "Ev felaketa mezin a erdheja li Tirkiyeyê çêbû di nav vê de cih girtiye. Yek jê îhmal, mixabin bû sedema mirina gelek sivîlan. Ev enselasyona hûn dibinin vê nişan dide."

BI SEDAN KES
Em qala çi dikin? Em qala pêşangeha hunermend Ahmet Guneştekîn ya nû dikin. Pêşangeha Guneştekîn a bi navê "Alfabeya Winda" 16'ê mehê merasimeke taybet, bi beşdariya gelek kesî li Art İstanbul Feshaneyê hate vekirin. Pêşangeh bi eleqeyeke mezin vebû. Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ligel jina xwe Dîlek Îmamoglu, mebûsê DEM Partî Sirri Sakik û yê CHP'ê Sezgin Tanrikulu jî têde gelek siyasetmedarên kurd û tirk, Mehmet Altan jî di nav de gelek nivîskarên kurd û tirk, lîstikvan Mehmet Aslantug jî di nav de gelek lîstikvanên tirk, gelek karsaz û rojnameger di merasima vekirina pêşangehê de amade bûn.

DU SAL TENÊ JI BO VÊ PÊŞANGEHÊ
Guneştekîn heta niha li bajarên kurdan, li Tirkiye û derveyî Tirkiyeyê li gelek cihan pêşangehên mezin vekirine lê herhal ev a herî mezin e. Feshane ku berê bo xebatên cuda dihat bikaranîn ÎBB'ê ew veguhart cihê hunerê û niha temamê wê ji bo pêşangeha Guneştekîn hatiye veqetandin. Loma jî em niha guh didin Guneştekîn "Em dikarin bêjin ev pêşangeha herî mezin a li Tirkiyeyê ye. Ev 2 sal in ez tenê ji bo vê pêşangehê dixebitim. Heta îro ev mehek e ji bo cihkirina vê pêşangehê ez her roj serê sibê zû dihatim vê derê, bi şev dereng diçûm. Carinan ez zû dihatim ewlehiya vir şaş dima."

'EZ JI BO WIJDANÊ XWE VÊ YEKÊ DIKIM'
Hunermend hene ji tiştên siyasî, tiştên bibin talûke xwe dûr digirin. Hunermend hene bi awayekî van tiştan tînin ziman. Guneştekîn bi taybetî piştî pêşangeha xwe ya sala 2012'yan hê zêdetir li ser "Hafizeyê", li ser qewimînên li Tirkiyeyê disekine. Di vê pêşangehê de jî beşek mezin li ser vê yekê ye. Niha em gotinê didin wî, "Navên kesên hatine windakirin ji wan mirov qadek, bajarek saz bike. Malbatên wan 1030 hefte ye, bê binêrin ka havîn e, zivistan e, bê guh bidin baran û berfê, li sar û sermayê nenêrin rûdinin, doza xizmên xwe dikin. Ji van dayikan jixwe gelek jê mirin, xwişk û birên wan, xizmên wan, dostên wan didomînin vî karî. Niha li welatek ku tiştên wisa çêdibin de hunermend şerm dike. Di rewşek wisa de hunermend jiyana xwe ya bi konfor xira dike, dikeve bin vî barî. Ger li welatek mirov rastî zilmê tên, yên hatine hilbijartin ji cihê xwe têne girtin, bi neheqî serê sibeyek ji mala xwe tê binçavkirin, yan jî ji mala xwe tê girtin û tê windakirin, li hemberî vê yekê hûn însan in, helbet hûn nikarin li hemberî tiştek wisa bêdeng bisekinin. Wê çaxê hûn jiyana xwe ya bi konfor xira dikin. Tiştê ez dikim jî ev e. Ne ku ez ji bo civakê dilxweş bikim ez vê dikim. Ez ji bo wijdanê xwe aram bikim vê dikim û bi berpirsiyariya hunermendekî vî dikim."

HETA 20'Ê TÎRMEHÊ VEKIRIYE
Pêşangeha Ahmet Guneştekîn "Alfabeya Winda" ku kuratoriya wê Christoph Tannert kiriye 6 mehan, heta 20'ê tîrmeha 2025'an li Feshane Art Îstanbulê vekirî be. Yên bixwazin her roj dikarin herin lê temaşe bikin.

Di 'Dara Tîpan' de tîpên qedexe, tîpên ji efsaneyan hatine bi cih kirin.

Ligel hundirê Feshane Art Îstanbulê li derveyî avahiyê jî hin xebatên Guneştekîn hatine danîn.

 

 

 

 

 

************

HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname 
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1

MAIL: diyarname@diyarname.com   

 

***

"3 Deqe ligel Cemil Oguz"


 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

news
  • 18 04 2026

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

news
  • 17 04 2026

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

news
  • 17 04 2026

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

news
  • 17 04 2026

260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan

news
  • 11 04 2026

Dawiya hefteyê hin çalakî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

KE'yê ji bo Cizîrê bang kir: Destûrê bidin çavdêran

ad

Îranê pereyên xwe guhartin

ad

Îro çi qewimî?

ad

Sazkarê 'Reîs' hat girtin

ad

PDK'ê destûr neda jinên Mexmûrî derbasî Rojava bibin

ad

Muskî peymana twitterê betal kir, niha dê çawa be?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname