Diyarname
Saziyên Sivîl bang li PKK'ê kirin ku Mebûsê CHP'ê Huseyîn Aygun serbest berdin. PKK'ê îro daxuyani da û got ku di kurtedemê de dê Aygun serbest berdin.
Mebûsê CHP'ê yê Dêrsimê Huseyîn Aygun duh ji aliyê PKK'ê ve hatibû desteserkirin.
Îro BDP'ê daxuyanî da û got ku ji bo Aygun bê berdan çi ji destê me bê emê bikin.
Di heman demê de FIDH (Federasyona Rêxistinên Mafên Mirovan a Navneteweyî), ÎHD (Komeleya Mafên Mirovan) û THÎV (Weqpfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê) li Enqereyê daxuyaniyeke dan çapemeniyê û xwestin Aygun serbest bê berdan.
Nûnerên KESK, SES, Tum Bel-Sen û nûnerên partiyên siyasî jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Li ser navê saziyan Serokê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan daxuyanî xwest û daxwaza berdana Aygun kir.
Mazlum-Derê jî daxuyaniyeke weşand û got ji bo serbest berdana Aygun tiştek bikeve ser milê wan dê bikin.
Her wiha di heman saetan de ANF'ê gotinên Baregeha HPG'ê weşand û got ku ji ber der barê Aygun de "gelek gilî hebûne" ew girtine bin çavan û got ku piştî karên hiqûqî û îdarî bêne cih dê wî serbest berdin.
Di vê navberê de Walîtiya Dêrsimê got ku li ser daxwaza malbatê, ji bo ewlehiya Aygun nekeve nav talûkeyê wan operasyon nedaye dest pê kirin.
Dêxistinên Dêrsimê daxuyanî dan
Her wiha li Dêrsimê jî Baroya Dêrsimê, ÎHD'a Dêrsimê, Odeya Ticaret û Sanayiyê ya Dêrsimê, Platforma Sendîkayên Dêrsimê, rêxistinên bajêr ên Dêrsimê yên EMEP û BDP'ê bi hev re daxuyaniyeke da û xwest Aygun bê berdan.
***
Nûçeya eleqedar:


