Diyarname
Li bajarê Silêmanî bi ser navê "Dîdara Başûr, Ji bo pêşeroja rojavayê Kurdistanê di Sûriyeya nû de" xebatek hat li dar xistin.
Çalakî li Otela Ramadê serê sibê dest pê kir. Hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif, Hevserokê Giştî yê Peywendiyan Sihanuk Dîbu, nûnerê PYD’ê yê Başûrê Kurdistanê Cawîdan Kemal, Berdevkê YNK'ê Seîd Pîre, Endama Rêveberiya Dîwana YNK'ê Şanaz İbrahim jî tê de gelek kesên siyasî, nivîskar, rewşenbîr û çalakvanên civaka sivîl yên Başûr amade bûn.
Beşdar li ser Rojava dîtin û ramanên xwe tînin ziman û li rêyeke digerin.
Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlum Ebdî jî bi rêya Zoomê beşdarî bernameyê bû û axivî. Ebdî got, "80 sal in mafên kurdan li Suriyeyê têne binpêkirin. Îro derfetek mezin gihîştiye destê kurdan, ji bo wê yekîtiya kurdan gelek girîng e.”
Her wiha Ebdî got ku divê başûrê Kurdistanê beşdarî têkoşîn û bidestxistina mafên kurdan li Sûriyê bibe.


