Diyarname
44'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê îsal Xelata Rûmetê ya Sînemayê dide lîstikvan Zuhal Olcay.
Festîvala Fîlman a Stehbolê ku ji aliyê ÎKSV'ê ve tê organîzekirin îsal dê di navbera 11-22'yê avrêlê de li dar bikeve. Festîvalê niha Xelata Rûmetê ya Sînemayê eşkere kir. Festîvalê diyar kir ku dê xelatê bide lîstikvan Zuhal Olcay. 11'ê avrêlê wê merasima destpêkirina festîvalê lidar bikeve û vê şevê rê xelatê bidin Olcay..
Lîstikvan Zuhal Olcay ji Konsenvatuara Dewletê ya Enwereyê mezun bû. Di salên 1980'yan de pêşî bi fîlmê "Sonmuş Ocak" dest bi kar kir. Paşê di gelek fîlm, rêzefîlman de cih girt, di warê muzîkê de jî album derxistin.
Di sala 1986'an de bi lîstika di "Marti" de Xelata Şanoyê ya Avni Dilligil girt.
Bi rola di "Amansiz Yol" (Derhêner Omer Kavur, 1985) de navdar bû, bi rola di fîlmê "Sahte Cennete Veda" (Tevfik Başer, 1989) li Almanyayê xelata lîstikvana herî serketî "Şerîda Fîlm a Zêrîn" girt.
Di salên 90'3i de di fîlmên Omer Kavur, Tayfun Pirselimoglu lîst, navdartir bû. Olcay bi van karan xelat girtin.
Olcay ku xebatên xwe yên hunerî didomîne, par bi lîstina "Kel Diva" di 26'emîn Xelatên Afife ya Yapi Kredi de Xelata Lîstikvana Herî Serketî ya Salê girt.
Lîstikvan Zuhal Olcay di 2024'an ve Seroka Sendikaya Lîstikvanan e.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Festîvala Fîlman a Stenbolê li benda berheman e


