Diyarname
Li 4 bajaran çalakiyên çandî me dan hev. Li Amedê, Mêrdînê, Batman û Stenbolê hin çalakiyên çandî bi vî rengî ne:
AMED:
- 16'ê mehê: Şaredariya Peyasa Amedê ji bo 21'ê Reşemî Roja Zimanê Zikmakî çalakiyên ji bo hefteyek dide dest pê kirin. Çalakiya yekem dawiya vê hefteyê ye. Li Akademiya Zanistê ya Şaredariya Peyasê dê ji bo zarok û ciwanên li wir şahiyeke navxweyî çêbibe. Her wiha dê ev xebat ji bo xwendekarên li Aydin Erdem û Alî Emîrî jî vekirî be. Bi vê yekê çalakiyên Şaredariya Peyasê dest pê dikin û rojên din didomin.
- 16'ê mehê: Li Şanoya Bajêr a Amedê 16'ê mehê du çalakî hene. Ya yekê, lîstika "TÎPÎTÎP (TÎPÎTÎP Serpêhatiya Daristana Efsûnî)" e ku lîstikek mêvan dibe mêvanê Şanoya Bajêr. Lîstik Saet 13.00'an de ye.
- 16’ê mehê: Hema rojê lîstikvan Erdal Kaya bi stand-upa xwe "Zikopişto" li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê ye. Stand-up saet 19.00'an de dest pê dike.
- 16'ê mehê: Li Pîranê paneleke li ser zazakî heye ku saet 13'yan de li Salona Dawetê ya Şaredarî li dar dikeve. Suleyman Yilmaz wê li ser "Tirkiye û cîhan de bi ziwanê dayike perwerde" û Hacî Ozkal jî li ser "Halê zazakîya verîn û yê ewroyêne pêşniyazî" biaxive.
*
MÊRDÎN:
- 15'ê mehê: Lîstika "Sera Pîra" ya Şaneşîn Performansê li salona wan derdikeve pêşberî şanohezan. Lîstik saet 19.30 de dest pê dike.
*
BATMAN:
- 16'ê mehê:Li Batman Yenîsahneyê çalakiya sohbet û îmzekirina pirtûkê heye. Derhêner Alî Kemal Çinar bi navê "Gênco" xêzeromanek derxistibû. Di vê çalakiyê de Çinar dê li ser romana xwe biaxive û piştî sohbetê dê pirtûka xwe îmze bike. Çalakî saet 15.00'an de dest pê dike.
*
STENBOL
- 15'ê mehê: Li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî gotûbêjek bi navê “Govend: talana çandî, lêkolîn, perwedehî, akademî, şahî, asîmîlasyon, şer, serkeftin” li dar dikeve. Moderatoriya bernameyê Selim Kaplan dike û Arjen Brûsk wekî axifger dê beşar bibe. Gotûbêj sat 16'an de dest pê dike.
- 15'ê mehê: Chalak Events ji bo Roja Evîndaran çalakiya "Sêva Mêxekrêj" li dar dixe. Roja şemî di navbera saetên 12.00-20.00'an de ewê li Nînova Cafeyê vê çalakiya xwe li dar bixin.
- 15'ê mehê: Li Sinemaya Beyogluyê du fîlmê derhêner Emîn Alper hene. Fîlmê wî "Kiz Kardeşler" saet 16'an de, fîlmê wî yê din "Kurak Gunler" saet 19'an de dest pê dike. Li vir fîlm bê pere têne nîşandayîn.
- 16'ê mehê: Li Sinemaya Beyoglu saet 13'yan de fîlmê anîmasyonî yê derhêner Kamal Bansal "Macera Gunlukleri: Sihirli Adaya Yolculuk" heye.
*
**
Dibe ev bala te bikişînin:
- Li ser Rojava îro 3 agahiyên girîng
- ‘Geryanên Berêvarkî li Kolanên Amedê’ derket
- Kîjan rast e; berî 10 salan yan 10 sal berê?
- Pêşbaziya Çîrokan li benda berheman e


