Diyarname
Stranbêj Kahtali Miçê, bi navê xwe yê nasnameyê Mustafa Kahtali li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Kahtali Miçê sala 1953'yan de li Kolik a Semsûrê hatiye dinê. Miçê di jiyana xwe de gelek albumên bi tirkî derxistin. Di sala 1980'yî de ji ber stranên kurdî salek girtî ma, piştî vê yekê û qedexeya li ser kurdî newêrî bi kurdî hunera xwe dewam bike.
Ev nêzî salek bû ew dihat dermankirin. Di roviyên Miçê pirsgirêk hebûn û ew li Nexweşxaneya Zanîngeha Akdenîzê ya li Antalyayê bû. Kahtali Miçê îro canê xwe ji dest da.
Sibê saet 11'an de li Navenda Çanda Kahtali Miçê ya li Kolikê dê merasim ji bo wî bê lidar xistin. Paşê bi nimêja nîvro re ji Mizgefta Kahta Çagriyê wê cenaze bigirin û bibin li Goristana Şaredar^iya Karşiyaka ya Kolikê bê definkirin.


