Diyarname
Îro 37'emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê ye. DBP daxuyaniya nivîskî da, walîtî destur neda partiyên kurdan daxuyanî bidin. Va ne agahî:
- 16'ê adara 1988'an Rejîma Iraqê gaza kimyewî avêt navçeya Helebçeyê. Di encama komkujiyê de 5 hezar kurd hatin kuştin.
DEM PARTÎ Û DBP
- DBP'ê (Partiya Herêmên Demokratîk) daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got, "Komkujiya Helebçeyê divê wekî sûcê li hemberî mirovahiyê bê bûlkirin.
- DEM Partî bi ser hesabê xwe re ji bo Helebçeyê got, "Di 37'emîn salvegera wê de em Komkujiya Helebçeyê nalet û şermezar dikin û hemû cangoriyan bi rêzdarî bi bîr tînin. Helebçe birîna me ya kûr e. Em ê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.
QEDEXEYA PARTIYÊN KURDAN
- Hin partiyên kurdan ên wekî Hak-Par, PSK û PWK'ê xwest li Aksaraya Stenbolê daxuyaniya bidin çapemeniyê lê Walîtiya destur neda. Li ser vê yekê partiyan bir dan ku li avahiya Hak-Parê ya bajêr daxuyanî bidin.
KNK: BILA LI GOR XALA 132'YAN ERKA XWE PÊK BÎNIN
Konseya Rêveberiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) komkujiya Helebçeyê û Enfal bibîr anîn. KNK'ê di qeyama xwede wiha got, "Em wekî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê erkê hikumeta Herêma Kurdistanê, nûner û berpirsên kurd yên li Bexdayê dibînin ku li gorî xala 132 ya destûra Iraqê ji bo wekî jenosîd naskirina sûcê kîmyabarana Helebceyê û qerebûkirina gelê xwe bixebitin. Di heman demê de hemû daxwazên wan bi plan û bernameyan pêk bînin û avadanî, proje û geşbûnê bigihînin bajêr."
ÎMAMOGLU: 'KOMKUJIYA HELEBÇEYÊ ŞERMEZAR DIKIM'
- Berî dawî li gotina xwe bînim ez carek din Komkujiya Helebçeyê şermezar dikim. Ez hêvî dikim carek din dê tiştek wisa li vê erdnîgariyê çênebe. Ez tenê vê daxwazê naynim cih, yên canê xwe ji dest dane bibîr tînim.


