Diyarname
Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel îro got, "Rayeya ku rêziknameya partiyê dide min ez bikar tînim û di nav 15 rojan de em kongreya awarte li dar dixin."
Ozel qala meseleya kayûman kir û got, "Ez ji bo hemû Tirkiyeyê radigihînim ku me pêşî li hewldana kayûmanê girt, û min biryara kongreya awarte da."
Li gor vê biryarê 6'ê meha avrêlê dê kongreya wan li dar bikeve.
Nîqaş li ser kongreya CHP'ê hebûn ku Ozel dema hatiye hilbijartin tiştên ne li rê hebûne. Bi vî awayî li hemberî Kiliçdaroglu bi ser ketiye. Loma jî meseleya kayûm şandina ser CHP'ê jî hinan bi lêv dikir. Rayedarên CHP'ê dibêjin bi vê biryara sazkirina kongreya awarte re pêşî li vê yekê girtine.
Niha wê Ozel dîsa bibe berendamn, li hemberî wî dê kî hebe, yan kesek hebe tune be, hê nediyar e. Lê rayedarên CHP'ê dibêjin ku li gor rêziknameyê kî bi têra xwe îmzeya berhev bike dikare bibe berendam.
CHP'ê 6'ê mehê saet 10'an de wê li Navenda Çanda Nazim Hîkmet a li Enqereyê kongreyê li dar bixe. Piranî çênebe, heman rojê saet 13'yan de wê kongre li dar bikeve.


