Parîs
Du derhênerên fransiz Antoine Laurent û Nicolas Bertrand bi navê “Ez Kurdim” belgefîlmekî kişandin. Belgefîlm yekem car di 6'ê rezberê de dê bê nîşandayîn.
Promiyera fîlm dê li Bagnolet a Parîsê, li salona Cin'Hoche pêk bê. Antoine Laurent û Nicolas Bertrand di belgefîlma kişandine de nasnameya kurdan a ku li Tirkiyeyê tê înkarkirin û bindestiya gelê kurd tînin ziman.
Di belgefîlm de sê jin Fîdan, Agenl û Asli li pêş in. Du ji van kurd in û yek jî tirk e. Bi van karekteran hemû rengînî, yekîtî, wêrekî û hewldanên kurdan ên ji bo serkeftinê tîne ziman. Di fîlm de wisa tê gotin: “Ji bilî berxwedanê tu rêyek din nameye.”
Ji bo nasandina belgefîlm gotina Musa Anter a bi navê “Berxwedan navê din ê jiyanê ye” hatiye bikaranîn.


