Diyarname
24'emîn Kongreya Sosyalîst Enternasyonal (SI) li paytexta Afrîkaya Başûr Cape Townê li dar dikeve. Kongre dê di navbera rojên 30'ê gelawêjê û 1'ê rezberê de li dar be. Ji Tirkiyeyê BDP û CHP jî beşdarî kongreyê dibin.
Li ser navê BDP'ê Hevseroka BDP'ê Gultan Kisanak, Berpirsên Karên Derve Cîgirê Hevserokan Nazmi Gur û Nûnerê BDP'ê yê Ewropayê Eyyup Doru çûn Başûrê Afrîkayê û dê beşdarî kongreyê bibin. BDP ku di kongreyê de çavdêr e, dê di vê kongreyê de BDP bibe endamê esil yan na bê nîqaşkirin û biryareke bê girtin. Her wiha heyeta BDP'ê di vê gera xwe ya li Başûrê Afrîkayê de dê bi nûnerên wezîrên Başûrê Afrîkayê, nûnerên ANC, Saziyên Sivîl û xwediyê Xelata Nobelê ya Aştiyê Desmond Tutu re jî hevdîtineke pêk bînin. Heyet dê 2'yê rezberê vegere Tirkiyeyê.
Ji CHP'ê jî Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, Cîgirên Serokê Giştî yê CHP'ê Faruk Logoglu, Umut Oran, Mebûsê Stenbolê Osman Koruturk, mebûsa Enqereyê Gulsun Bilgehan, Seroka Baskên Jinan Hilal Dokuzcan û endamê MP'ê Gokçe Pişkin çûn kongreyê. CHP endamê esil ê SI ye.
Kongre dê li ser van xalan nîqaşê pêk bîne:
1- Di aboriyan de kar, mezinbûn û pêşketina civakî: Reaksiyona Sosyal Demokratîk a li hemberî qeyranan.
2- Ji bo maf û azadiyan têkoşîn: Xurtkirina demokrasiyên temsîlkar û li dinyayê serketinên demokrasiya nû.
3- Domkirina hevkariyan û ji bo rêya hevpar aştî: Di alîgiriyê de pêdiviya baweriyê.
4- Ji bo Enternasyonala nû kes û hevkariya çandê ya di navbera welatan de.


