Diyarname
Li Amed, Wan, Stenbol, Hatay, Dêrsim, Semsûr, Qers, Culemêrg, Strasburg û gelek bajarên din 1'ê Rezberê Roja Aştiyê ya Cîhanê hate pîrozkirin. Gel aştî xwest.
AMED
Li Amedê bi hezaran kes li Qada Stasyonê hatin ba hev û Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz kirin.
STENBOL
Li Stenbolê jî li Kadikoyê bi hezaran kes hatin ba hev. Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş, mebûsên BDP'ê Sirri Sureyya Onder, Sebahat Tuncel jî li qadê bûn.
Gel pankartên wekî "Ne mirin aştî, ne pevçûn muzakere", "Ne mirin jiyan, ne şer aştî", "Ji şer re na, ne pavçûn muzakere", "Ji bo aştiyê çareserî:Tek çare muzakere", "Ji Helebçeyê heta Roboskiyê yên ku dikujin dê têk herin" vekirin.
Hevserokê BDP'ê Demirtaş got ku ji bo aştiyê çi ji destê wan têdikin û wisa got: "45 roj in li erdnîgariya vî welatî bê navber şerdidome. Hikumet naxwaze vê bibîne. Ew dibêjin qey şerê ku li wê derê tê kirin li Antalya, Trabzon, Edirne nebihîzin şer tune ye. Li vir şer heye. Li vir mirov dimirin. Rastî ev e. Dema em qal dikin ji bo me dibêjin derewkar. Ji bo yên min re dibêjin derewkar ez ji vir bang li wan dikim, ez hêvî dikim tu mafdar, ez neheq bim. Înşela şer nîn e. Ger şer nîn be, hêstirên dayikan hatine rawestandin, şer xilas bûye. Lê ger ez mafdar bim û ger tu vê yekê ji gelê xwe vedişêrî wê çaxê guneh di stûyê Recep Tayyip Erdogan de ye. Êdî tiştek nayê veşartin. Em êdî ne di serdema navîn de ne."
HATAY
Li Hatay "Platforma ji Êrîşa Emperyalîst a li ser Sûriyeyê re Na" çalakî li dar xist ku di nav platformê de partî û saziyên sivîl ên wekî EMEP, ODP, Egîtîm-Sen, DÎSK, KES, TMMOB hebûn. Endamên platform ji Kolana Înonu heta Qala Ulus meşiya û diruşma "Gelê Sûriyê ne bi tenê ye", "Li hemberî faşîzmê mil bi mil" bilind kirin.


