Diyarname
Maçên nîv fînalê yên Kûpaya Şampiyonan a UEFA'yê dest pê kirin. Di maça pêşî de PSG'ê li Îngilistanê tîma Arsenalê bi 1-0'ê têk bir û ji bo maça duyem avantaj bi dest xist.
Di deqîqeya 4'an de PSG bi gola Dembele bi 1-0 derket pêş. Heta dawiya maçê her çiqas Arsenal baş lîst û serketîbû jî nekarî encamê biguherîne.
Di deqîqeya 47'an de Arsenalê bi organîzeyeke serketî golek avêt lê piştî gelek lêmêzekirina VAR'ê ji ber off-sideyê gol hat betalkirin.
Maça diduyan a van tîman wê roja 7'ê mehê li Fransayê bê lîstin û tîma bi ser bikeve dê here fînalê.
ÎRO JÎ MAÇ HEYE
Maça din a nîv fînalê jî îro di navbera Barselona û Interê de ye. Maç li Katalonyayê tê lîstin.


