logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin
  2. Siirt Sporê Dêrsim Spor têk bir
  3. Îsal li Başûr çend xwendekar dest bi dibistanê dikin?
  4. Hakkarî Zapspor bêyî bilîze Cizre Belediyespor têk bir!
  5. Kûpaya Tirkiyeyê: Va ne maçên bajarên kurdan
news-details

Pirsgirêka avê li Qamişloyê… sedemên wê û daxwazên xelkê

  • Dîrok: 20/06/2025
  • Beş: Nûçe

___Ehmed Semîr / Qamişlo / ANHA

Ji ber berdewamiya qutbûna avê li gelek taxên bajarê Qamişlo, şênî daxwaza çareseriya vê pirsgirêkê dikin, ku her sal bi hatina havînê re dubare dibe.

Şaredariya Gel diyar dike ku sedema qutbûna avê ew e ku stûnên elektrîkê ji ber bahozê hilweşiyan e lê hin sedemên din jî hene wekî xirabûna şebekeya avê ya kevn, kêmbûna avê li bîr û bendavan, her wiha xerckirin û rijandina zêde.

Berê îstasyona bakur a Qamişloyê elektrîk dida stasyonên avê. Lê piştî ku dewleta Tirkiyeyê ev avahî û çavkaniyên wan hilweşandin, Desteya Enerjiyê ji bendava Firatê kehrebe da stasyonên avê yên bajêr.

ÇAVKANIYÊN AVÊ LI QAMIŞLOYÊ
Ava Qamişloyê ji 3 çavkaniyên sereke yên avê tê peydakirin: Stasyona Hilaliye, Ewêca û Ceqceq. Her wiha  stasyona Bendava Sefan ku avê dide stasyona Awîceyê û ji wir dide taxên Qamişloyê.

STASYONA HILÊLIYÊ
Îstasyona Hilêliyê ji 52 bîr pêk tê, ji wan tenê 47 bîr niha di xizmetê de ne, ku ji 40 heta 75 metrekab av di saetekê de derdixe. Li gorî statîstîkên Rêveberiya Avê, ev bîr di saetekê de nêzî 50,000 metrekab av dide taxên bajêr û ji sedî 80 ji bajêr têr av dike. Ev stasyon di dema qutbûna elektrîkê de jî tê xebitandin, ji ber ku Rêveberiya Avê ew şeş jeneratoran elektrîkê ji bo stasyonê dixebitîne.

STASYONA EWÎCE Û CEQCEQÊ
Stasyona Ewîceyê ji 11 bîrên avê pêk tê. Li stasyona Ceqceq jî 6 bîr hene, her wiha 13 bîrên belavkirî jî hene. Ev bîr ji sedî 20`ê hewcedariya avê ya bajêr peyda dikin. Stasyona Awîceyê her saetekê 355 metrekab, her roj 8 hezar û 520 metrekab av dide bajêr.

Bendava Sdfan, yek ji bendavên stratejîk ên kantona Cizîrê ye. Avê dide bajarên Dêrik, Girkêlegê, Çiaxa, Tirbespiye û Qamişloyê, her saer ji 800 heta 900 metrekab av dide.

Bi giştî çavkaniyên avê di saetekê de nêzî 70 hezar metrekab av dide taxên Qamişloyê. Tevî vê jî, hinek deverên Qamişloyê pir caran bê av dimînin.

ASTENGIYÊN XWEGIHANDINA AVÊ
Hin astengiyên mezin hene ku nahêlin av bighêje bajêr, wekî xerabûna tora avê, ku ji sedî 40 xerabûye, ji ber ew berî nêzî 50 salan hatiye danîn, lewma av nagihêje hin taxan.

Her wiha ziwabûn û krîza avhewayê jî hiştiye ku ava bendavan kêm bibe, bi taybet ji ber kêmbûna baranê. Bendava Saffan a stratejîk ku xwe dispêre ava baran, kanî û çeman, îsal ji ber kêmbûna bajrê rêjeya ava wê kêm bû. Vê yekê hiştiya ku ava binerd yan bîran jî kêm bibe.

WELATÎ ÇI DIBÊJIN?
Sabrîn Feysel Mûsa ya ji taxa Hilêliyê der barê mijarê dibêje, "Ev 5 sal in em sedema qutbûna avê nizanin û em hêvîdar in ku av vegere, wekî hemû taxên derdorê."
Mûsa û şêniyên din ên taxê ev 5 sal in ji ber qutbûna avê li taxê bêzar in. Sabrîn Feysel Mûsa destnîşan kir ku pirsgirêka avê bi salan dest pê kiriye: "Em zû şiyar dibûn da ku avê dagirin. Ev pirsgirêk ne tenê havînê derdikeve, zivistanê jî em êşa qutbûna avê dikişînin. Di boriyan de dilopek av nemaye, ji ber vê yekê em her du rojan carekê bi 50 hezar lîreyan avê dikirin, ev mesref û barê me yê aborî zêde dike. "

‘BI SALAN E AV LI TAXA ME NEMAYE’
Hemdiya Ebdulrehman Salih ku xelkê taxa Hilêliyê ye dibêje bi salan e av li taxa wan nema ye. Her wiha dibêje ku sedema qutbûna avê girtina xeta avê ya taxê ye. Ji bilî vê sedemê em tu sedemên din ên qutbûna nizanin.
Ew hêvî dike ku rayedarên peywendîdar xeta wan ya avê sererast bikin û jiyanê vegerînin taxê.

‘BERDEWAMIYA PIRSGIRÊK AVÊ ME DIÊŞÎNE’
Eyşe Şiblî ji taxa Kornîş e dibêje ku ew li taxê tu caran rehet nabin, her tim tankerên avê li taxê ne û avê ji bo şêniyan dadigirin. Qetbûna avê ya ku her sal dubare dibe me dêşîne."

Eyşe Şiblî da zanîn, "Dema ku em sedema qutbûna avê ya taxê dipirsin, dibêjin kehrebe qut bûye yan jî karê sererastkirinê heye. Em jî sedema wê nizanim. "

JI BO KÊMKIRINA KIRÎZA AVÊ YA LI QAMIŞLOYÊ HIN ÇARESERÎ
Guhertina avhewayê bandor li barîna baranê kiriye û hiştiye ku çavkaniyên avê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kêm bibin. Ji ber vê yekê, saziyên peywendîdar divê bilez tevbigerin da ku bandora krîza avhewayê kêm bikin û avên binê erdê bi rêkûpêk bikar bînin.

Her wiha  derengmayîna sererastkirina xetên avê yên xirabûyî jî sedemeke sereke ye ku nahêle av bighêje hemî xetên bajêr. Ji ber vê yekê divê binesaziya avê were pêşxistin û av ji bo her malê were peyda kirin.

Bi zêdebûna hijmara şêniyan û ferehbûn û mezinbûna bajêr re, hewcedariya avê jî zêde dibe, lewma zexta li ser xetên avê giran dibe. Lewma ji Şaredariya Gel tê xwestin şêniyan der barê xerckirina avê de hişyar û agahdar bike.

Parve Bike

Youtube Me

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 09 2026

Îsal li Başûr çend xwendekar dest bi dibistanê dikin?

news
  • 15 09 2026

Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin

news
  • 14 09 2026

Mamoste û xwendekaran bang kir: Vê biryarê rawestînin

news
  • 14 09 2026

Komeleyan got: Ji bo wekheviyê ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdehiya bi kurdî divê

news
  • 12 09 2026

Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene

news
  • 12 09 2026

Parêzgarê Hesekê bi şêx û rûspiyên Qamişloyê re civiya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Şerê mezin destpêkir

ad

Şaredariya Amedê navê Şêx Seîd li qada ew hatin îdamkirin kir

ad

Kûpayek gihîşt xwediyê xwe, diduyên din tên

ad

Ji bo Rojava bangek ji ciwanan

ad

Hevdîtina BDP û TUSÎAD'ê pêk hat

ad

Îranê rêveberên Enstîtuya Kurdistanê Roznewbarê avêtin hepsê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin

  • 15 09 2026
news

Siirt Sporê Dêrsim Spor têk bir

  • 16 09 2026
news

Îsal li Başûr çend xwendekar dest bi dibistanê dikin?

  • 16 09 2026
news

Hakkarî Zapspor bêyî bilîze Cizre Belediyespor têk bir!

  • 16 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname