Diyarname
Li Katalanyayê mîlyon û nîv kes ji bo azadiya Katalonyayê li bajarê Barselonayê meşiyan. Meşvanan diruşma wekî "Katalonya, dewleta nû ya Yekîtiya Ewropayê" bilind kirin.
Her sal di 11'ê rezberê, di salvegera dagirtina Katalonyayê ya ji aliyê Spanyayê ve katalonî dimeşin. Îsal 300'emîn salvegera vê dagirkirinê bû û careke din katalonî di vê rojê de meşiyan lê vê carê ji salên borî zêdetir gel beşdarî vê meşê bû. Li gor agahiya ku polîsan pêşkêş kiriye li dor mîlyon û nîv kes meşiya ye.
Meşvanên ku bi gelek alan meşiyan diruşma wekî "Katalonya, dewleta nû ya Yekîtiya Ewropayê" bilind kirin.
Katalonya herêmeke dewlemend e. Tê gotin ku qeyrana aborî ya li Spanyayê jî kiriye ku meyla serxwebûna Katalonyayê xurtir kiriye.


