Vîdeoyek li ser vê:
Diyarname
Di fînala Kûpaya Iraqê de du tîmên kurdan hatin hemberî hev. Duhok bi penaltiyan bi ser ket û kûpa girt.
Kûpaya Iraqê ji sala 1948'an ve tê li dar xistin. Heta niha herî zêde tîma Zawrayê (16 caran) ev kûpa girtiye. Di fînala kûpayê ya ji bo serdema 2024-2025'an de du tîmên kurdan, tîma Zaxoyê û tîma Duhokê hatin hemberî hev. Di maça duh (18'ê mehê) ku li Stada El-Şaab a Navneteweyî ya li Bexdayê hat lîstin de Duhok bi ser ket.
Her du tîman di 90 deqe û di 30 deqîqeyên dema zêdek de wekhev bûn, maç derbarî penaltiyan bû. Di penaltiyan de Duhok bi 5-3 bi ser ket. Di vê navberê de lîstikvanê Zaxoyê yê brezîlî Patrick Marcelino di deqîqeya 64'an de qerta sor dît û tîma Zaxoyê bi 10 kesan maç temam kir. Ev yek ji bo Zaxoyê dezajantaj bû. Di 120 deqîqeyan de jî encam neguherî û Duhok bi penaltiyan bû xwediyê kûpayê. Duhok cara yekê ye di vê kûpayê de bi ser dikeve. Duhok di sala 2009-2010'an de di Lîga Premier a Iraqê de bûbû şampiyon. Li Iraqê ev duyemîn serketina wê ye.
Îsal tîma Duhokê di Lîga Şampiyonan a Kendavê de jî bûbû şampiyon û kûpa girtibû.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêmê Mesrûr Barzanî bi peyaman Duhok pîroz kirin.
Par tîma Şûrte bi ser ketibû. Heta niha di vê kûpayê de qet serketina kurdan tune bû. Di serdema 2022-2023'yan de tîma Hewlerê derketibû fînalê lê il hemberî Al-Quwa Al-Jawiyayê bi 1-0 têk çûbû. Îsal her du tîmên kurdan derketin fînalê.
'ÎNŞELA EMÊ SALA BÊ JÎ BAŞ DERBAS BIKIN'
Serokê Klûba Duhokê Abdullah Celal piştî serketinê vîdeoyeke sipasiyê belav kir. Got, "Me serdemeke baş derbas kir, înşela ji bo sala bê jî emê xwe baş amade bikin û baş derbas bikin.



