Diyarname
Festîvala Fîlman a Dijî Şeran a Navneteweyî îsal rojên 5-6-7'ê berfanbarê wê li Stenbol, Enqere û Îzmîrê li dar bikeve.
Komeleya Çand û Hunerê ya Spartakusê îsal cara yekê vê festîvalê li dar dixe. Ji erdnîgariyên cuda fîlmê dijî şer wê bêne nîşandayîn.
Di festîvalê de ligel nîşandayîna fîlman ligel derhêneran wê gotûbêj, dîsa li dar xistina panela û atolyeyan jî hebe.
Amadekarên festîvalê di daxuyaniya belav kirine de gotine huner cureyeke berxwedanê ye û ev yek lê zêde kirine, "Li hemberî aliyê xiraker ê şer ji bo sazkirina bîreke hevpar û piştgiriyê em li vê festîvalê tên ba hev."


