Diyarname
Lîstikvan Cheikhou Kouyatê piştî 10 salên li Premier Lîgê hat Amedsporê. Li aliyê din Hasan Ali Kaldirimê li Super Lîgê jî lîstibû hat Amedsporê.
HASAN ALİ KALDIRIM
Amedsporê di van du rojên dawî yên transferê de du lîstikvan transfer kirin. Her ku jî 35 salî ne, lê xwedî tecrube ne. Yek ji van Hasan Ali Kaldirim e.
Hasan Ali Kaldirim di sala 1989'an de li Neuwied a Almanyayê hatiye dinê. Ew aliyê çepê sehayê dilîze.
2010'an de bi awayekî profesyonel li Mainzê dest bi lîstikê kiriye û paşê hatiye Tirkiyeyê. Li Tirkiyeyê di tîmên wekî Fenerbahçe, Ankaragucu, Başakşehîr, Kayserî lîstiye û niha transferê Amedsporê bû.
Cheikhou Kouyatê
Cheikhou Kouyatê lîstikvanekî defansê ye. Di sala 1989'an de li Dakara Senegalê hatiye dinê. Di sala 2027'an de li Brussels a Belçîkayê bi awayekî profesyonel dest bi lîstikê kiriye. Paşê çûye Anderhlechtê (2008-2014), dûre berê xwe daye Îngilistanê.
Kouyatê li Premier Lîgê li West Ham Unitedê (2014-2018), dûre li Crystal Palace û 2022'yan de jî transferê Nottingham Forestê bûye. Cheikhou Kouyatê niha transferê Amedsporê bû.
MANSUR ÇALAR KIRIN ANTRENOR
Li aliyê din lîstikvanê berê yê Amedsporê Mansur Çalar ku dor 10 salan li Amedsporê lîstibû, dest ji fûtbolê berda. Klûba Amedsporê ew anî û kir antrenorê tîma jêrîn.



