logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Ballon d'Or dan Dembele û Bonmati

  • Dîrok: 24/09/2025
  • Beş: Spor

Diyarname
Xelata Ballon d'Or ku didin lîstikvanên fûtbolê yên herî serketî yên salê, îsal jî hatin belavkirin. Di warê meran de lîstikvanê PSG'ê Ousmane Dembele, di warê jinan de lîstikvana Barselonayê Aitana Bonmatî bi ser ketin. Bonmati bu 3 salan ser hev de vê xelatê digire. Piştî Platini û Messi ew jî gihîşt wê armancê ku 3 salan ser hev de vê xelatê digire.

Êvara 22'yê mehê ji bo belavkirina vê xelatê li Theatre du Chatelet ya li Parîsa Fransayê merasim li dar ket. Ev bû cara 69'an ev xelat tê belavkirin.

DEMBELE BÛBÛ ŞAMPIYON
Îsal tîma fransiz PSG kûpaya Lîga Şampiyonan a UEFA'yê girtibû. Cara yekê bû ku PSG di vê kûpayê de bi ser dikeve. Û rola lîstikvanê wan Ousmane Dembele di vê serketinê de gelek bû, loma Xelata Ballon d'Or dan wî.
PSG'ê di serdema 2024-25'an de kupaya Lîga Şampiyoniyê ya Fransayê, Kûpaya Fransayê û Super Kupa girtibû. Bi ser de jî Kûpaya lîga Şampiyonan girt. Dembele jî di vê serketinê de xwedî rolek mezin bû.
Dembele di Lîga Şampiyonan de di 15 maçan de lîst, 8 gol û 6 asist kirin ku bi vê keda da 14 golan. Di temamê serdema 2024-25'an de Dembeleyî di 53 maçan de lîst, 35 gol avêtin û 16 asist kirin.

BONMATÎ DÎROKÊ LI DÎROKÊ ZÊDE DIKE
Lîstikvanan Barselona û tîma neteweyî ya Spanyayê Aitana Bonmati di warê jinan de bi ser ket û xelata Ballon d'Or girt. Bû sê caran vê xelatê digire. Di warê meran de Michel Platini di salên 1983-85'an de, Lionel Messi di salên 2009-12'yan de sê caran ser hev de ev xelat girtibû. Bonmati jî navê xwe li cem wan nivîsî. Li aliyê din di warê jinan de tekane kes e ku 3 salan ser hev de vê xelatê digire.
Bontanî di axaftina xwe de got, "Ev sê caran e ser hev de ez li vir im û ez hê bawer nakim ku li vir im. Ez her tiştî deyndarê Barselonayê me û ev klûb klûba jiyana min e."
Bonmati îsal di lîgê, kupaya welat û super kûpayê de bi ser ketibû, di Lîga Şampiyonan de derketibû fînalê lê di fînalê de Barselona li hemberî Arsenalê bi 1-0 têk çûbû.

XELATÊN DIN
Qeleparêzên herî serketî; Di warê mêran de qeleparêzê PSG'ê Gianluigi Donnarumma bi ser ket. Ronnarumma di PSG'ê de rolek baş lîstibû û îsal ew transferê Manchester City bûbû.
Di warê jinan de jî qeleparêza îngilîz Hannah Hampton bi ser ket. Hampton hem di tîma xwe Chelsea de hem jî di tîma neteweyî ya Îngilistanê de rolek baş lîstibû.
Xelata golavêjên serketî di warê jinan de de dan lîstikvana Barselonayê ewa Pajor, di warê mêran de dan lîstikvanê Sportingê Viktor Gyokeres. Keres îsal transferê Arsenalê bû. Gyokeres di vê serdemê de di 52 maçan de lîst, 54 gol avêtin û 13 asist kirin.

TEKNÎK DÎREKTOR: WIEGMAN Û ENRIQUE
Di warê teknîk dîrektorên serketî de jî di warê jinan de teknîk dîrektora Tîma Neteweyî ya Îngilistanê Sarina Wiegman ev xelat girt. Wiegman tîma îngilîz kiribû Şampiyonê Ewropayê. Di warê mêran de jî teknîk dîrektorê PSG'ê Luis Enrique bi ser ket. Enrique bi PSG'ê mohra xwe li Fransa û Ewropayê dabû.

XELAT DAN YAMAL'Î
Li aliyê din xelata lîstikvanê herî serketî ya temen bin 21'ê re dan lîstikvanê Barselonayê Lamine Yamalî.
 

 

**********

HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: 
x.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
BLUESKY: 
www.bsky.app/diyarname

   MAIL: diyarname@diyarname.com

Parve Bike

Youtube Me
Spor - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

Serokê Amedsporê Serokê Fenerbahçeyê Aziz Yildirim pîroz kir

news
  • 04 06 2026

Mourinho li Dadgeha Ewropayê giliyê Tirkiyeyê kir

news
  • 03 06 2026

Serkan Rençber ji bo dîrektoriya sportîf hat Amedê

news
  • 30 05 2026

Mezinê Ewropayê diyar bû

news
  • 29 05 2026

Arsenal an PSG? Encam diyar dibe

news
  • 25 05 2026

Nahit Eren carek din dê bibe serok

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Meclisa Çand û Hunerê ya Bajêr hate avakirin

ad

Ji bo 'Apê Mûsa 100 Salî ye' panelek lidar ket

ad

Carek din Shakespeare mir!

ad

Fotograf her gav rastiyê nîşan nade!

ad

Ji Enstîtuya Kelepora Kurdî 5 pirtûkên din

ad

Berendamên Oscarê eşkere bûn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname