Hewlêr
Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî pêşwazî li Fermandarê Giştî yê HSD'ê (Hêzên Sûriyeya Demokratîk) Mazlûm Ebdî û heyeta pê re kir. Baregeha Barzanî li ser vê yekê daxuyanî belav kir.
Di nav heyetê de Hevseroka Daîreya Pêywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlûm Ebdî, siyasetmedar Osman Baydemîr ENKS'ê (Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê) Mihemed Îsmaîl,
Endamê Desteya ENKS'ê Silêman Oso hebû.
Li gor daxuyaniyê Barzanî gotiye ku divê pirsgirêka kurdan bi awayekî demokratîk û aştiyane di çarçoveya Sûriyeya nû de bê çareserkirin. Divê şaşiyên berê werin çareserkirin û dubare nebin.
Ebdî jî sipasiya Barzanî kiriye ji bo vê vexwendinê û piştgiriya Herêma Kurdistanê ya ji bo Rojava.
***
Nûçeya Eleqedar:


