Diyarname
Li Amedê heta niha "Mala Dengbêjan" hebû, niha jî "Mala Çîrokbêjan" hat vekirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ev bar girtiye sen milên xwe û ev mal vekir. Armanc jê ew e ku mîrata bihêz a paşerojê û pêzanînên heyî yên kal û pîran ji bo nifşên nû bêne pêşkêş kirin.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Kêmendam û Kalûpîran a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ev xebat kiriye. Mala Çîrokbêjan li navçeya Baglarê, li hundirê Parka Koşuyoluyê hate vekirin.
Di merasima vekirina Mala Dengbêjan de Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk, Cîgirê Sekreterê Giştî Emrah Erdal, Serokê Daîreya Xizmetên Kêmendam û Kalûpîran Îsmaîl Degîrmencî, gelek kes û hinek dengbêj amade bûn.
Mala Çîrokbêjan ne tenê mekanekî vegotina çîrokan e; di heman demê de xwedî taybetmendiya navendeke bîra çandî ye. Di navendê de dengbêj, çîrokbêj, hosteyên hunerên destan û jinên zana yên gel, dê çîrokên ji jiyana xwe parzûnkirî bi zarokan re parve bikin. Zarok dê bi saya van hevdîtinan hem dewlemendiya ziman hem jî rehên xwe yên çandî hîn bibin.
Di merasima vekirina Mala Çîrokbêjan de kal û pîran çîrokên xwe vegotin û dengbêjan jî bi stranên xwe reng dan çalakiyê.
Mala Çîrokbêjan dê di rojên hefteyê de di navbera saet 08:00–17:00’an de xizmetê bide.



