logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Ji Amedsporê biryara Leyla Zanayê: Maça bi Igdirsporê re dê ji bo jinan bêpere be

  • Dîrok: 22/12/2025
  • Beş: Spor


___Heval Onkol / AMED___

Amedsporê, li dijî heqaret û çêrên li hemberî Leyla Zanayê hatine kirin, biryar da ku di maça bi Igdirsporê re ji bo alîgirên jin bêpere be. Seroka Duyemîn a Amedsporê Şeyda Arslantaş, got: “Em ê di trîbûnan de hejmara jinan zêde bikin û bersiva herî delal bidin.” 
Roja 16’ê berfanbarê di maça Bursaspor-Somasporê de lîstin de  alîgirên Bursasporê li hemberî siyasetmedar Leyla Zana bi çêra tezahurat kirin. Paşê li hin maçên din jî bi vî awayî çêr hatin kirin. Bertekên li dijî van çêr û heqaretan jî didomin. Amedsporê jî wekî berteka li dijî van çêran, biryar da ku di maça pêş de ji bo alîgirên wan ên jin bilêt bê pere bin. Seroka Duyemîn a Amedsporê Şeyda Arslanê diyar kir ku êrîşên nîjadperest û zayendperest ên li dijî Leyla Zana, êrîşeke li dijî nasnameya jinê ye, divê trîbûn û xebatên sportîf nebin amûrên gotinên nîjadperest, cihêkar û gotinên zayendperest. 
 
Di berdewamê de Şeyda Arslantaşê anî ziman ku di nava Bursasporê de komeke alîgiran a nîjadperest heye û wiha bal kişand ser teşwîqkirina van koman: “Mixabin trîbûnên vê tîmê di maçê de heqaretê li siyasetmedareke jin dike. Weke rêveberî û hemû dînamîkên bajar em vê helwestê şermezar dikin. Ev êriş, êrişeke li dijî pêvajoyê ye. Îro em hewl didin bi hev re bijîn. Di esasê xwe de trîbûn, prototîpiya vê ye. Ji ber ku di nava trîbûnan de jin, zilam, ciwan, kal, zarok her kes hene. Her kes tenê bi nasnameya xwe ya alîgiriyê li wir e.” 
 
'NASNAMEYA JINÊ HEDEF HATIYE GIRTIN’ 
Di berdewamê de Şeyda Arslantaşê bi bîr xist ku di demên berê de jî Bursasporê di maça bi Amedsporê de wêneyên Torosên spî hilgirtibûn û wiha axivî: “Heman êrişên nîjadperest dike. Ev heqaretên li Leyla Zanayê hatine kirin ku semboleke girîng e, ji vê helwestê ne cuda ye. Hewl didin pêvajoyê sabote bikin. Ev gotinên nîjadperest, tevgera jinên Kurd, pêşengtiya tevgera jinên Kurd û hêza wê hedef digirin. Di şexsê Leyla Zanayê de nasnameya jinê, têkoşîna jinên Kurd û hêza wê ya pêşeng hedef hatiye giritn. Amedspor, alîgirên Amedsporê û camîeya wê; dê piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoyê bidomîne. Ji ber ku nirxên Amedsporê nirxên gelê me ne. Ev nirx in ku hebûna me ew ava dikin.” 
 
DÊ JI BO ALÎGIRÊN JIN BÊPERE BE 
Şeyda Arslantaşê da zanîn ku li dijî êrişên nîjqadperest û zayendperest ên ser Leyla Zanayê, wan biryar dan ku maça Amedspor-Igdirsporê ya di 28’ê Kanûnê de ji bo alîgirên jin bêpere be û got: “Ji ber ku em dixwazin li dijî vê êrişê bêhtir jinan di trîbûnan de bibînin. Ji bo vê tenê tişta ku dikarin bikin ev e, bila biçin navendên jinan ên heyî û hejmara nasnameyên xwe bidin wan. Em jî dê li ser van hejmarên nasnameyan bilêtên bêpere bidin wan. Em ê bi zêdekirina hejmara jinan re bersiveke baş bidin wan. Dê têkoşîna me ya li dijî êrişan bidome.” 
MA    
 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Spor - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

news
  • 27 10 2026

Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

news
  • 27 10 2026

Harry Kane û Alexia Putellas xelata Ballon d'Orê girtin

news
  • 27 10 2026

Bingol, Mazidagi, Van, Agri spor têk çûn; Mûş, Entab bi ser ketin

news
  • 24 10 2026

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news
  • 24 10 2026

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Tarantino bi 'Once Upon A Time In Hollywood' şino Cannes

ad

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

ad

Vaye hejmara endamên Partiya Komunîst a Çînê

ad

Klîba Hefteyê: 'Yar Xezal / Gulê'

ad

Mîhrîcana Mûnzûrê bi dîmenên rengîn dest pê kir

ad

Li Ewropayê kîjan welat herî zêde bi zimanên biyanî dizane?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname