Xwepêşandan û çalakiyên li rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewam in. Di 9 rojan de 990 xwepêşander hatine binçavkirin û 19 xwepêşander jî hatine qetilkirin.
Rêxistina Mafê Mirovan a Herana têkildarî bîlançoya 9 rojên xwepêşandanên li rojhilatê Kurdistan û Îranê, raporek belav kir.
Li gorî raporê, di nava 9 rojan de li 222 navçe, 78 bajarok û 26 parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan û çalakî hatine lidarxistin.
Rêxistina Herana da zanîn ku di encama xwepêşandanan de 990 xwepêşander ji aliyê hêzên ser bi rejîma Îranê ve hatine binçavkirin û 19 xwepêşander jî hatine qetilkirin û 51 jî birîndar bûne.
Her wiha destnîşan kir ku heta niha 17 zanîngeh beşdarî xwepêşandanan bûne. Xwepêşander qala rewşa xirab ya aborî, desthilatdarî, sînordarkirinên li ser azadiyên ferdî û nebûna edaleta civakî dikin.
Rêxistina Herana ragihand ku di dema xwepêşandanên li navçeya Xurem Abadê de, hêzên ewlekariyê yên rejîma Îranê îşkence li Parêzer Nasir Rezayî kirin.
Her wiha diyar kir ku di roja nehem ya xwepêşandanan de jî tundî û zextên hêzên ser bi rejîma Îranê li beramberî xwepêşander û welatiyan berdewam bû.
Roja 28’ê berfanbara 2025’an ji ber qeyrana aborî, siyasî û civakî li Îran û rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanan dest pê kirin. Xwepêşandan di roja 9’an de berdewamin û her diçe belav û berfireh dibin. Xwepêşanderên birîndar bûyî ji tirsa binçavkirinê, serdana nexweşxaneyê nakin.
Rojnews


