Diyarname
Ji duh de çekdarên girêdayî Artêşa Ereb a Sûriyeyê êrîşê bajarê Dêr Hafir û gundên derdora wê dike. Şer didome.
Va ne hin agahî:
- Li gorî nûçeya ANHA'yê çeteyên Emşat, Hemzat, Sultan Murad ên HTŞ'ê êrîş dibin ser vê herêmê.
- Nêzî 90 hezar kes li bajarê Dêr Hafir û gundên wê dijîn.
- Çavkaniyan da zanîn ku çekdarên HTŞ bi dirêjahiya 78 kîlometre ji eniyên başûr, rojava û bakurê bajarên Meskenê û Dêr Hafirê ve belav bûne.
MUSLUM: DÊR HAFIR JI BO ME CIHEKÎ STRATEJÎK E
Endamê Konseya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ji bo MA'yê gotiye: “Dêr Hafir ji bo me cihekî stratejîk e. Wê HSD bi hêsanî vir bernede.”
Va ne çend gotinên Muslim:
- Piştî tiştên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê qewimîn, gel pir hêrs bûye û bertek nîşan daye.
- Li ser êrîşên ser Dêr Hafirê Tirkiye û rejîma Şamê bi hev re dixebitin. Gundên Dêr Hefirê tên topbarankirin. Her wiha êriş li ser Bendava Tişrînê jî hene. Ji ber vê yekê rewşeke tevlihev heye û em nizanin ew ê bi ku ve biçe.
- Dêr Hafir ji bo me cihekî stratejîk e. Ez nafikirim ku HSD bi hêsanî wê berde. Şêxmeqsûd herêmeke biçûk bû û li wir kesek ji HSD'ê tune bû. Tenê hêzên ewlehiyê hebûn. Lê li deverên din, HSD li wir e û dê şer bike.”


