Diyarname
Ev çend roj in çekdarên girêdayî HTŞ'ê dem bi dem êrîşê Dêr Hafir a di bin banê Rêveberiya Xweser de dikin. Duh gelek endamên HTŞ'ê di êrîşê e hatin kuştin.
Û îro sê agahiyên li ser vê derê derketine pêş:
HSD Û KAOLAÎSYON CIVIYAN
- Koalîsyona Navneteweyî û Serfermandariya HSD'ê îro li Dêr Hafirê civiyan. Ji HSF'ê Serfermandana YPJ'ê Rojhilat Efrîn û endamê Serfermandariya Giştî ya HSD'ê Çiya Kobanî di civînê de amade bûn.
'DIXWAZIN NAVBERA HÊZÊN ME DE FITNEYÊ DERXIN'
HSD'ê daxuyaniyeke bi daxuyaneyeke bersiva "Wezareta Parastinê" ya girêdayî HTŞ'ê da. HSD'ê wisa got, "Bangê Wezareta Parastinê ya li Şamê ya li dijî şervanên HSD'ê ne tenê bangên bê hêvî, çdi heman demê de nîşan dide ku wan ji aliyê siyasî û leşkerî ve îflas kiriye. Ew dikin fitneyê bixin navbera hezên li herêmê."
'DRONE NE AÎDÊ ME YE'
Li Dêr Hafirê droneke hatibû xistin, HSD'ê daxuyanî da û got, "Em eşkere dibêjin drona hatiye xistin ne drona me ye."
ÊRÎŞÊN GUNDAN KIRIN
Endamên HTŞ'ê duh êrîşê cihên Dêr Hafirê kiribûn û di encamên de gelek cenazeyên wan ketibûn destê hêzên HSD'ê, îro jî endamên HTŞ'ê êrîşê gundên Resem El İmam, El Keyariya û Resem El Kirûm ên Dêr Hafirê kirin.


