___ Leyla Saraç___
21’ê Reşemî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî ye.
Her sal di vê rojê de li çar aliyên cîhanê panel, sempozyûm, konferans û bernameyên cuda tên lidarxistin. Di van çalakiyan de girîngiya zimanê dayikê tê ronîkirin, tê pîroz kirin û tê parastin. Ev xebatên salane bê guman hêja û bi qîmet in. Lê belê, ji bo zimanê kurdî ev çalakî tenê nayên wateya çareseriyê. Sal bi sal rewşa zimanê kurdî ber bi xirabiyê ve diçe û lawazbûna wî zêdetir dibe.
Ziman hebûnek zindî ye. Dema ku bi awayekî pir û bi awayekî rojane were bikaranîn, her roj xwe nû dike, dewlemend dibe û bihêz dibe. Lê belê gava ku neyê axaftin, mirov pê nexwîne û nenivîsîne, bi demê re qels dibe û di dawiyê de ber bi tunebûnê ve diçe. Bi sedan mînakên vê yekê hene. Li gorî daneyên pisporan, di sedsala borî de nêzî 3 hezar ziman tune bûne. Niha jî bi hezaran zimanên din di bin metirsiyê de ne. Zimanê me yê şêrîn, kevnar û herikbar jî di bin heman zext û gefan de ye.
Zêdetirî sedsalek e ku li ser ziman, çand û nasnameya me polîtîkayeke bêrehm, bêwijdan û bêexlaq tê meşandin. Qedexekirin, tundî, zordarî û her cureyên asîmîlasyonê hatine ceribandin û hîn jî didomin.
“Zimanê Me Xeta Me Ya Sor e!”
Gelo bi rastî jî wisa ye?!
Em statuya fermî ya zimanê kurdî dixwazin. Lê gelo di partiyên me, saziyên me, dezgehên me û di navbera me de statuya zimanê kurdî çi ye?
Mixabin, bersiv pir eşkere ye. Statuyeke rastîn tune ye. Di gelek civîn, medya û dezgehên ragihandinê de em pirî caran behsa girîngiya zimanê dayikê dikin, lê di pratîkê de -di siyasetê, jiyana rojane û axaftinên fermî de- zimanê tirkî serdest e. Bi gotineke din; siyaseta kurdî bi piranî bi tirkî tê kirin.
Ev ne tenê nakokiyek e; ev rewşeke ji nakokiyê pir dijwartir e. Divê ku em berê vê rastiyê bibînin. Lê mixabin ava destarê bişaftinê em bi xwe dikşînin. Bi gotinêk din, sekn û helwesta me rê li ber bişaftinê vedike an jî em dikarin bêjin ku em xwe bi xwe ketine nav pêvajoya oto-asîmîlasyonê, ku ev yek ji êrîşên rasterast ên pergalê jî xeternaktir e.
Divê em berê rastiyê bibînin û qebûl bikin. Zimanê me hîn jî bê statu ye; heta mirov dikare bêje ku ew hîn jî di bin qedexeyê de ye. Me nikarîbû bi zimanê xwe perwerde bibînin. Gelek ji me di dibistanên pergalê de xwendin, li metropolên Tirkiyeyê mezin bûn, lê ev yek nikare bibe hincet. Divê ev jî nebe hincet. Bi saya têkoşîna azadiyê ya salên dirêj, bi sedan derfetên perwerdehî, fêrbûn û xwendinê hatine afirandin. Kesê ku bixwaze, di demekê kurt de dikare zimanê xwe fêr bibe. Bila kes xwe nexapîne û bila gelê xwe jî nexapîne.
Ger tu dixwazî siyaset û têkoşîna vî gelî bikî, divê tu bi zimanê vî gelî jî biaxivî. Bi taybetî li Kurdistanê, bila zimanê te kurdî be. Li hemberî dayikên kurd, bila zimanê te kurdî be. An jî, ger tu nikarî vê yekê bikî, qet behsa zimanê kurdî neke. Bila gotinên te bêqîmet nebin…
Derfetên me hene ji bo fêrbûn û bikaranînê. Em xwe nazivirînin. Em metirsiya li ser zimanê xwe ji xwe re nakin pirsgirêk. Di bin bandora derûniya bindestiyê de ne. An jî kompleksa kêmzayendiyê heye; dema ku bi zimanê serdest diaxivin, wekî ku di qonaxeke bilindtir de derdikevin. Mixabin ev derûnî hîn jî di nav me de belav e. Ez dizanim ku ev rexne dê gelek kesan aciz bike, lê rastî nayê guhertin.
“Ziman xeta me ya sor e…”
Xwezî helwesta me jî bi vî rengî xurt û biryardar bûya.


