Diyarname
Komeleya Lêkolînên Çand, Dîrok û Wêjeya Devkî (SOZ-DER) ji bo 21’ê Reşemî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî daxuyanî belav kir û rewşa zimanê kurdî nirxand.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku zimanê kurdî zêdetirî sedsalek e di bin polîtîkayên asîmîlasyonê yên bêrehm de ye, lê ya herî xeternak ne tenê êrîşên sîstema serdest in, “xwebişaftin”a ku di nav sazî, dezgeh û siyasetmedarên kurd de reh vedaye ye.
SOZ-DERê di daxuyaniyê de bal kişand ser van xalên sereke:
- Ziman bi axaftin, xwendin û nivîsandinê zindî dimîne; zimanê ku neyê bikaranîn, her çiqas kevnar û dewlemend be jî, ber bi mirinê ve diçe.
- Divê siyaset û xebatên kurdewarî bi kurdî bên meşandin; ne dirust e ku kes bêje “ziman xeta sor e” lê di civîn, medya û siyasetê de zimanê serdest bikar bîne.
- Êdî hincetên wekî “derfet tune ne” nayên qebûlkirin; îro îmkanên hînbûn û ragihandinê ji her demê zêdetir in.
- Bandora derûniya bindestiyê û dîtina axaftina bi zimanê serdest wekî “bilindbûn”ê xefikeke mezin e.
Komeleyê bang li hemû partiyên siyasî, sazî û kesên kurd kir ku zimanê kurdî ji sloganên vala derxin û bikin zimanê jiyana rojane, malê, perwerdeyê û siyasetê.
SOZ-DER’ê di dawiyê de wisa got: “Heta ku em di nav xwe de kurdî nekin zimanê sereke, em nikarin wê bi awayekî rast biparêzin. Zimanê me hebûna me ye, hebûna xwe biparêzin! 21’ê Reşemî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî Pîroz Be!”


