Diyarname
Bajarê Kobanî ji 29'ê rêbendanê ve di bin dorpêçê de ye û ji her alî ve di nav zehmetiyê de ye. Alîkariya ku ji bo Kobanî tê şandin jî têrê nake. Siyasetmedar Mahmut Alinak ji bo şermezarkirina vê dorpêçê dest bi greva birçîbûnê kir.
Alinak li ofîsa xwe ya li Qersê dest bi çalakiyê kir û got, "Îro 37 roj in Kobanî di bin dorpêçê de ye. Ji bo piştevaniya bi gelê Kobanî re ez dest bi çalakiya greva birçîbûnê dikim. Xwezî tiştên din jî ji destê min bihata. Ji bo xwedîderketina li Kobanî ez bangî her kesî dikim.”
JI KOBANÎ BANG HAT KIRIN
Li aliyê din Desteya Kar û Barên Civakî a Kantona Firatê têkildarî dorpêça li ser Kobanî daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî ji hêla Hevserokê Desteyê Ehmed Xoce ve hate xwendin. Ehmed Xoce bi bîr xist ku dorpêça li ser Kobanî ketiye roja 37'an û dibe sedema qeyrana mirovîn.
Ehmed Xoce anî ziman ku bi deh hezaran kes ji Reqa, Tebqa û gundewarên Kobanî ber bi navenda bajêr ve koçber bûne û vê yekê xizmetguzarî, binesazî û rewşa mirovî gelek xirab bûye.
Ehmed Xoce bang li tevahiya gelê Kurd û raya giştî ya navneteweyî kir ku li hemberî vê mijarê hîstiyar bin.


